Hesekê di navbera erebî û kurdî de: Ezmûna wekheviya pirzimanîbûnê li Sûriyeyê

Nîqaşa berdewam a li ser derxistin an jî tevlêkirina zimanan li ser tabelayan û saziyan krîzeke kûr a baweriyê di hundirê Sûriyeyê de nîşan dide. Ger ev bêyî çareseriyeke li ser bingeha lihevkirinê berdewam bike, ew dikare hestên paşguhbûnê xurt bike û tevna civakî qels bike.

Hesekê di navbera erebî û kurdî de: Ezmûna wekheviya pirzimanîbûnê li Sûriyeyê
26 gulan, 2026   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê hewl dide guhertinê li ser navên dibistanan li Hesekê, Hums, Hema, peravên Sûriyeyê û deverên din ferz bike. Ew her wiha dixwaze zimanê kurdî ji tabelayên li saziyên giştî rake, wekî ku di Koşka Dadê ya li Hesekeyê de tê dîtin.

Tabelayên fermî ne tenê rêbazek ji bo destnîşankirina cihekî ne, lê ew xwezaya dewleta ku vê qada giştî bi rê ve dibe û komên ku xwe di nav saziyên wê de wekî temsîlkirî û naskirî dibînin, diyar dikin.

Ferzkirina navên dibistanan û guhertina tabelayên duzimanî (erebî û kurdî) li Hesekê, bûye sedema nerazîbûna berfireh a raya giştî. Xwepêşander wê wek nîşana kêmbûna naskirina nasnameya çandî ya herêmê dibînin.

Li gorî vê, paşguhkirina zimanê kurdî di tabelayên fermî de û hewldana ferzkirina navan li ser dibistanên ku ji berê ve bi navê  şehîdên ku li dijî rejîma Baasê, DAIŞ û Tirkiyeyê şehîd bûne,  hatine binavkirin, dibe ku baweriya der barê statuya taybet a herêmê de qels bike û tirsên berê yên têkildarî ji nû ve pêkanîna polîtîkayên dûrxistinê, her çend bi awayên neragihandî bin jî, derxe pêş.

Ev gav li dijî rewşa siyasî û têgihîştinên dawî yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ye, bi taybetî peymana 29`ê Çileya 2016`an. Vê peymanê bal kişandiye li ser rêzgirtina taybetmendiyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, mafên civakên wê yên cihêreng, û cihêrengî wekî beşek yekgirtî ya nasnameya neteweyî nas kir.

Herwiha, naveroka biryranameya hejmar 13, ku ji hêla serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şaraa ve hatiye derxistin, prensîbên wekheviyê di navbera welatiyan de, necudakariyê û garantîkirina mafên giştî ji bo hemû Sûriyeyiyan destnîşan kiriye.

Lêbelê, pratîkên wekî sînordarkirina nîşanên fermî bi yek zimanî an jî derxistina zimanekî herêmî yê ku li herêmek taybetî tê bikar anîn, dikarin wekî nelihevhatî bi ruhê vê fermanê û armanca wê ya diyarkirî ya avakirina dewletek li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev werin şîrove kirin.

Bi berdewamiya van tedbîran, çalakvanên mafên mirovan û çavdêrên karûbarên giştî yên Sûriyeyê diyar dikin ku ev yek dikare bandorên neyînî li ser siberoja aramiya civakî û siyasî ya welêt bikin. Avakirina baweriyê di qonaxek veguhêz de hewce dike ku têgihîştinên siyasî û çarçoveyên qanûnî werin wergerandin bo gavên berbiçav ku rêzgirtina ji bo cihêrengiyê nîşan didin.

HIN MÎNAKÊN LI CÎHANÊ KU BANDOR LI SIBEROJA WELATAN KIR

Gelek mînak li welatên din hene ku ji ber rakirin an paşguhkirina zimanekî herêmî li ser tabelayên fermî tengezarî an xwepêşandan rû dane. Bandor pir caran siyasî û civakî bûne, ji ber ku kiryarên wiha wekî dûrxistina sembolîk têne dîtin.

Di nav mînakên herî berbiçav de; li Tirkiyeyê rakirin an qedexekirina tabelayên duzimanî yên kurdî li şaredariyên ku bi piranî Kurd lê dijîn, bûye mijarek dubare, bi taybet piştî tayînkirina qeyûmên ku ji hêla hikumetê ve hatine tayînkirin li şûna şaredarên hilbijartî.

Li gorî çavdêriyên me, ev kiryar bûn sedema hestên înkar û paşguhkirinê li ba Kurdan kûrtir kiriye û bûye çavkaniya aloziya siyasî, baweriya di navbera dewlet û civaka Kurd de xera kiriye û dabeşbûn girantir kiriye.

Li Spanyayê (Katalonya û Bask), pirsgirêkên ziman û sembolên fermî tevgerên cudaxwaz li Katalonyayê gur kirine ku di sala 2017`an de bi krîzeke siyasî ya mezin gihaştine lûtkeyê.

Li Belçîkayê, ziman bûye sedema dabeşkirina di navbera Flamanî (Hollandî) û Valonî (Fransî) de. Nakokiyên li ser tabelayan, rêveberî û xizmetên giştî bûne sedema krîzên hikumetê yên pir caran û carinan jî welat demên dirêj bêyî hikumet maye.

Li Kanadayê (Quebec), nakokiyên li ser rewşa zimanê fransî li ser tabelayên bazirganî û fermî bûne sedema pevçûnên siyasî û qanûnî yên dirêj û derxistina qanûnên hişk ji bo parastina zimanê fransî.

Ev mînak nîşan didin ku sembol, ziman û sembolên çandî ne hûrgiliyên piçûk in, lê beşeke siyaseta naskirinê ne.

Dema ku zimanê komeke xwecih di qada giştî de tê marjînalîzekirin, encam pir caran dibe nerazîbûna zêde, baweriya bi saziyan qels dibe û pirsgirêkê vediguherîne faktoreke siyasî ya demdirêj ku dikare lihevhatina neteweyî qels bike. Ev yek çareserkirina pirsgirêka zimanan li Sûriyeyê wek mijareke aramî û avakirina dewletê ferz dike.

Di rewşa Sûriyeyê de, heya ku zimanê kurdî (û zimanên din ên kêmneteweyan) wekî mafek fermî di destûrê de an di qanûnên girêdayî de neyê destnîşankirin, dibe ku dewlet di her kêliyê wî zimanê inkar bike û qedexe bike, her çend ew bi salan di pratîkê de hatibe bikar anîn jî.

Hin alî jî dibêjin ku: her çend zimanek di destûrê de neyê naskirin jî, ev nayê wateya ku dikare were qedexekirin.

Çavdêr li hev dikin ku misogerkirina hebûna daîmî ya zimanê Kurdî (an jî her zimanek din a herêmî) li ser tabelayan û di saziyan de ji tenê dirûşmeyan bêtir hewce dike ku mekanîzmayên yasayî û îdarî yên zelal hebe, yên herî girîng ev in:

NASKIRINA DESTÛRÎ

Garantîya herî baş a demdirêj ew e ku di destûrê de madeyek eşkere were danîn ku piştrast dike ku Sûriyeyê dewletek pir-etnîkî û pirçandî ye, û divê rêz li zimanên komên pêkhateyên wê were girtin û di qada giştî de di nav deverên xwe yên têkildar de were bikar anîn, di heman demê de mekanîzmayên bicîhanînê jî diyar bike.

QANÛNA ZIMAN AN QANÛNA RÊVEBERIYA HERÊMÎ

Dikare qanûnek were derxistin ku karanîna tabelayên duzimanî an sêzimanî li parêzgehên pirnetew  ferz bike.

BIRYARÊN PÊKANÎNÊ YÊN HIŞK Û BIRYARÊN WEZAERTÊ

Hikumet dikare ji wezaretan (Edalet, Navxweyî, Rêveberiya Herêmî, hwd.) re ferman bide û daxwaz bike ku tabelayên li Hesekê û deverên din ên Sûriyeyê yên ku piraniya wan Kurd in, li gorî rewşa demografîk, bi kêmanî bi du zimanan bin.

DEZGEHEK ÇAVDÊRIYÊ YA SERBIXWE AN KOMÎTEYEK JI BO CIHÊRENGIYA ÇANDÎ

Hebûna dezgehek an encumenek fermî ya pisporê  cihêrengiya çandî û zimanî de dibe alîkar ku pêşî li paşveçûnê bigire û mekanîzmayek yasayî peyda dike ku dema ku her zimanek tê rakirin giliyên fermî tomar bike.

PEJIRANDINA PRENSÎBA ‘ZIMAN LI GORÎ ERDNÎGARIYÊ’

Ev tê vê wateyê ku erebî zimanê fermî yê dewletê dimîne, lê li deverên wekî Hesekê, Qamişlo, Efrîn, Kobanê û yên din, kurdî zimanê naskirî ye ji bo tabela û xizmetan, wekî ku li gelek welatan pêk tê. Ev yek yekitiya neteweyî tehdît nake lê belê xurt dike.

Li gorî mînakan û ezmûnên li welatên din û li gorî qanûnên navneteweyî yên derbasdar, nebûna garantiyeke destûrî naskirina zimanekî qels dike û rê dide ku ziman were paşguhkirin.

Parstina ziman bi "niyeta siyasî" tenê pêk nayê, lê ew hewceyî xalên destûrî yê zelal, mekanîzmayên pêkanînê û hesabpirsînê ye, da ku hebûna ziman di tabela û saziyan de bibe mafekî domdar, ne biryareke demkî.

(k)

ANHA