Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe

Di demên dawî de li kampa Eyn Îsa nexweşiya laşmaniya belav bûye. Hate gotin ku 30 kes bi vê  nexweş ketine.

Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
Nexweşiya laşmaniya li kampa Eyn Îsa belav dibe
7 gulan, 2018   11:20

TIRKÎ EL-KALIT – MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Li kampa Eyn Îsa bi nêzîkbûna hatina demsala havînî û bilindbûna pileyên germahiyê, li gel wan jî kêmbûna derfetên tendirûstî û pirsgirêkên kenalîzasiyonanê nexweşiya laşmaniya li belav bibe.

Nexweşiya laşamnya di riya pêşiyekê de belav dibe. Yên herî zêde bi vê nexweşiyê dikevin zarok in.

Kampa Eyn Îsa ya herêma Firatê ya ku bi hezaran koçber ji hemû herêmên Sûriyê lê bi cîh bûne îro ji ber kêbûna derfetên tendirûstî û ji ber ku rêxistinên navdeweltî rewşa kampê paşguh kirine nexweşiya laşmaniya belav bûye.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Rêveberiya Kampa Eyn Îsa Celal Eyaf destnîşan kir ku di demên dawî de nêzî 30 kesî bi nexweşiya laşmaniya ketine.

El-Eyaf diyar kir ku ji ber ku pileyên germahiyê bi roj zêde dibe ku di encamê de belavbûna nexweşiyan di nava koçberan de zêde dibe.

Ji aliyê xwe ve Heyva Sor a Kurd bi tena xwe alîkariya koçberên kampê dike û hemû rêxistinên mirovahî rewşa kampê paşguh kirine.

Çiraveke qirêj bi firebûna 2 hezar m2 heye û ev yek jî dibe sedema ku nexweşî li kampê belav bibin.

El-Eyaf diyar kir ku ew ê di demên pêşde bi hevkariya komîteyên peywendîdar pirsgirka nexweşiyên li kampê çareser bikin.

(bx)

ANHA