Kesê hêkên dembuhirî firotin hate girtin

Asayîşa bajarê Qamişlo kesek ku hêkên dembuhirî difrotin û bûn sedema ku hin welatî jehrî bibin, binçav kirin.

Kesê hêkên dembuhirî firotin hate girtin
7 gulan, 2018   11:29

QAMIŞLO

Ji ber dubareyên rewşên jehrî ku di bajarê Qamişlo de di rojên derbasbûyî de zêde bûn, ekîbên taybet ên Asayîşê lêkolîn da destpêkirin û îfadeyên kesên jehrî bûne girtin. Buroya Ragîhandinê ya Asayîşê diyar kir ku di encamê de madeya hevbeş ku kesên jehrî bûne  li xwaringehê mayonêz ku bi hêkan çêdibe, xwarine. Ji ber wê jî jehrî bûne."

Buroya ragîhandê  ya hêzên Asayîşê her wiha derbarê mijarê de got ku di dema hêzên Asayîşê mijar lêkolîn dikirin bang li bazirgan û kesên hêkan belav dikin û wiha dom kir: "Bi wan kesan re lêkolîn hate destpêkirin. Kesek li xwe mikir hat ku wî di riya Minbicê re hêkên xirabûyî anîne Qamişlo. 2 bar ji van hêkan li bajar bi erzanên kêm belav kirine. Kesê behsa mijarê li xwe mukir hat ku wî dîroka ku dema dawîbûna dema bikaraîna wê nîşan daye guhertine."

Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê bang li welatiyan kir ku dema madeyên dembuhirî dîtin serî li wan bidin.

(dc)

ANHA