Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran, 5 sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kiriyarên xwe yên hovane li dijî sivîlên Efrînê didomîne. hate ragihandin ku 5 sivîlên din hatin revandin.

Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran, 5 sivîlên din hatin revandin
7 gulan, 2018   10:51

EFRÎN

Çavakaniyek herêmî ji Efrînê ji bo ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya heftiyekê ji bajarê Efrînê 5 welatî revandin û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Li gorî heman çavkaniyê kesên hatine revandin "Mihemed Ehmed Îbrahîm, Mihemed Elî Îbrahîm, Îsmet Îbrahîm, Celal Îbrahîm û Mihemed Osman in" û destnîşan kir ku ew kesanan bi tewanên cuda û ne di cih de revandin û derbarê wan de tu agahî nîn in.

(bx)

ANHA