Di hilbijartinên Lubnanê de herdu aliyên Şîî li pêş in

Li gorî encamên ne fermî, di hilbijartinên Lubnanê de Hereket Emel  û Hizbullah ku herdu Şîa ne, li pêş in. Teyar El-Musteqbel û Teyar El-Wetenî El-Hur li paş in.

Di hilbijartinên Lubnanê de herdu aliyên Şîî li pêş in
7 gulan, 2018   07:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartênên parlamentoya Lubnanê ku ne fermî ne, Partiya Teyar El-Wetenî El-Hur a ku Serok komarê Lubnanê Mîşêl Ewn serkêşiya wê dike, her wiha Teyar El-Musteqbel a  Seed El-Herîrî li Beyrût û herêmên wê li paş e. Di heman demê de Hereket El-Emel û Hizbullah ên ji Şîla li Cinûb, Bîqa, Beyrût û Bebeda li pêş in.

Li gorî encamên ku siyasetmedaran ji dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê ragihandine, tê texmînkirin ku Hizbullah a desteka xwe ji Îran digire zêdeyî nîvê kursiyan bigire.

Her wiha tê gotin ku Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî yê ku desteka xwe ji derve digire, dê ku wekî siyasetmedarekî Sunî mezin

Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî atmosfêra hilbijartinan erênî nirxand û diya kir ku ew saet di 13:00‘an de derbarê hilbijartinani de daxuyaniyekê bide.

20‘ê Gulanê hilbijartinên Lubnanê bi dawî dibe, di heman dîrokê de, dê seroekeke nû were ji bo parlamentoyê li şûna Nebîh Birî were hilbijartin.

(bb)

ANHA