Çima ji nava çeteyên Tirkiyê veqetiyan?

Veqetandina ciwanan ji nava komên çete yên girêdayî Artêşa Tirk a dagirker dewam dike, ciwan xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin. Ciwanên ji nava komên çete vediqetin destnîşan kirin ku têkiliya istxbartên Tirk bi wan re pir xirab e û diyar kirin ku dewlet aTirk wan ne li dijî rêjîmê lê belê li dijî hêzên QSD'ê bikar tîne. Ciwanên veqetiyayî her wiha dane zanîn ku komên çete ji bo qezenckirina pereyan li dijî welatiyan revandin, qaçaxçî û aşqtiyê bikar tîn in.

Çima ji nava çeteyên Tirkiyê veqetiyan?
7 gulan, 2018   06:57

KAMÎRAN XOCE-ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Ciwanên ji nava komên çete yên girdayî Artêşa Tirk a dagirker vediqetin zêde dibe. Kesê bi navê Hemze Ibrehîm El-Mewas û Elai Derwîş jî di dema dawî de ji çeteyên Artêşa Tirk veqetiyan û xwe radestî Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Hemze Ibrehîm El-Mewas (20) ji gundê Cede ya kanotna Kobanê ye û li Minbicê niştecih bibû. El-Mûs zewiciye û zarokeke wî heye. Serpêhatiya Hemze a tevlîbûna çeteyên Artêşa Tirk a dagirker dema biryar ji bo kar biçe Tirkiyê destpê kir. Hemze ji bo her Tirkiyê berê xwe dan Cerbalusê da ku ji wir derbasî Tirkiyê bibe. Hefteyekê  li vir dimîne da ku di derî re derbasî Tirkiyê bibe. Lê ji ber derî hatibû girtin rê bi dest ne ketin biçe Tirkiyê.

Hemze hefteyekê li Cerbalusê dimîne, lewa derbasî Tirkiyê bibe, tevlî Lîwi El-Şamal a girêdayî Tirkiyê bû.

'Tenê QSD'ê ji xwe re dijmin dibîn in'

Hemze da zanîn ku di nava çeteyên Lîwai El-Şemal de derdora 2 hezar çete di navbera Cerblus, Bab û Raî de hene û ev tişt anî ziman: "Serçeteyê bi navê 'Neqîb Mustefa' rêveberiya wan dike. Istixbaratên Tirkiyê hemû insyatîf daye wî, xaniyê wî li Tirkiyê heye. Bi awayekî demkî derbasî xaka Sûriyê dibû."

Hemze, destnîşan kir ku carekê Neqîb Mustefa ji wan re civîn lidar xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di axaftina xwe de her dem êrîşî QSD'ê dikir û ew wekî dijminê xwe yê serke bi nav dikir. Ji endamên çeteyan dixwest her dem ji bo beşdarî şerê li dijî QSD'ê bibin amade bin. Carekê jî behsa şerê li dijî rêjîma Sûriyê ne kir."

'Çete şerê hev dikin'

Hemze, da diyarkirin ku komên çete bi tu awayî lihev nakin û wiha dom kir: "Ji ber sedemên herî biçûk jî şerê hev dikin. Karê çeteyan dizî, talan û qutkirina riyan e. Ji bo sedemên herî biçûk jî şerê hev dikin."

Hemze, bibîr xist ku carekê çeteyan ji ber çeteyekî ji Lîwai El-Şamal axaftin ji çeteyên El-Şerqiyê re li ser malperên Facbookê nivîsandibûn, şerê hev kirin. Ji ber vê yekê di navbera herdû aliyan de şerekî dijwar rû da. Hin komên din ên çete mudaxele kirin û çeteyê El-Şerqiyê yê axaftin kiribûn teslîm kirin, li ser vê yekê jî şerê çeteyan rawestiya. Texmîn dikim ku ew çete hate kuştin."

'Armanca wan komkirina pereyan e'

Hemze da zanîn ku armanca komên çete ya sereke ew ku pereyan berhev bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çete mûçeyên xwe ji dewleta Tirk wergirtin. Di rêza yekem de pereyan ji qaçaxtiyê, her wiha talan û revandina welatiyan berhev dikin. Li ser bendên kontorlê pereyan û tiştan ji welatiyan digirin.Ji her kemyonekê 100 dolarî dfigirin. Çeteyên li ser bendên kontrolê dimîn in pereyên berhev dikin di nava hev de parve dikin. Insanan direvîn in û ji malbatên wan pereyan beranberî berdana wan dixwaz in. bi giştî herêmên di bin dagirkeriya Artêşa Tirk û çeteyên wê de ye ne ewlene û aramî lê nîne."

'Istxbartên Tirkiyê em 20 rojan êşkence kirin'

Ciwanê bi navê Elai Derwîş (21) tevlî koma Eniya El-Şamiye bû û derdora 5 mehan û paşê tevlî çeteyên Lîwai El-Şamal bû û 9 mehan di nava wan de jî ma. Derwîş da zanîn ku istxbartên Tirkiyê û komên çeteyên yên turkman li dijî wan hemû cûreyên êşkenceyê bikar tanî û Ev tişt anî ziman. " Carekê ez û 4 hevalên min, ji ber henekekê bi destê istxbaratên dewleta Tirk hatin êşkence kirin. Ez û sê hevalên xwe li noqteyekê nêzî sînorê Tirkiyê bûn. Li beranberî me qereqola Tirkiyê hebû. Dema me henek dikir, hevalekê min berê kilêşa xwe da qereqola Tirkiyê, kamîreyên wan dîmenê me dikşand. Leşkerên Tirk hatin pir axaftin ji me re kirin, paşê jî çeteyên Sultan Murad bi 15 tirmpêlan hatin, em girêdan û em birin bajarê Kilisê, li vir jî em 20 rojan li gel wan, em êşkence dikirin. Piştî 20 rojan em berdan, fermandarên me ne diwêrîn heta pirsa me bikin."

Derwîş di dawiya axaftina xwe de jî got ku wan bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re kordîne kir û ji nava çeteyan veqetiya. Derwîş û Hemze di dawiya axaftina xwe de bang li hemû endamên çeteyan kir ku ji nava wan veqetin û xwe ji kiryarên çeteyan ên qirêj xilas bikin."

(dc)

ANHA