Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin

Ev 4 meh in dewleta Tirk ava Firatê ji ser Sûriyê û Îraqê qut kiriye, vê yekê zehmetî ji welatiyên li herdû aliyên çem jiyan dikin, re aniye. Zeviyên ku welatî berhema xwe ya jiyanê jê digirin, ziwa dibin.

Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
Cotkarên Tebqayê li bendê ne derî vebin
7 gulan, 2018   07:58

TEBQA

Welatiyên herêma Tebqayê bi tirs li deriyên 35 bendavên ku dewlat li ser ava Firatê çêkirin, dinerin. Tirkiyê di wan bendavan de dehezar metreyên avê digre.

Rêveberên Bendava Firatê diyar kirin ku para Sûriyê ji ava Firatê derdora 500 M3 be, lê dewleta Tirk beriya niha jî tu carî ev miqdar av berndedaye. Tiştî rewşa welatiyan dijwartir kiriye jî, dema hêzên QSD'ê Tebqa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, dewleta Tirk bi zanebûn av kêm kiriye, heta asta ku ev derdora 4 mahane qut kiriye. Vê yekê bandorek neyînî li ser asta ava Bendava Firatê kiriye, heta niha 3 metir ji avê daketiye. Li ser vê yekê mudîriyeta Eneriyê û Navenda avê tedbîrên pêwîst girtiye û diyar kirin ku rewş awerteye.

Rêveberiya Bendavê û Ceyranê sîstema teqnînê bikar anîn, rojane li şûna 24 saetan tenê 12 saetan bikar tîn in. Di heman demê de Rêveberiya Avê ya Girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê destnîşan kir ku pêwîstiya wê bi zêdekirina xebitandina ava bîrên Ayîd, Ceber û Kermîn ên li nêzî Bendavê heye.

Berpirsên Bendava Firatê jî destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku di meha gulanê de rayedarên Tirkiyê deriyên Bendava Atatuk vebikin û ava zêde ku ji ber helîna berfê kom bûye berde, ji ber miqdarek zêde av li pişt bendava wan kom bû ye.

Di salê de 2 caran lehî pêk dihatin û asta avê di çemê Firatê de pir zêde dibû. Cara yekem di kanûn û çileyê de ye, dema baran pir dibar e, cara duyemîn jî di mehên nîsan û gulanê ye. Lê dewleta Tirk di riya sedan pirojeyên xwe yên li ser ava Firatê pêk anîne, tevgera avê rawestandiye û herêmên erebî li Sûriyê û Îraqê ziwa kiriye.

(dc)

ANHA