Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin

Şêniyên Efrînê li kampa Serdemê tevî derfetên kêm û zehmetiyên jiyanê, berxwedana xwe didomînin. Lê rêxistinên mirovî tu alîkariyê pêşkêşî gel nakin. 

Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
Gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedanê didomînin
7 gulan, 2018   06:28

ŞEHBA

Ji ber ku hejmara welatiyên Efrînê li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê zêde bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi hevkariya rêveberiya Şehbayê re, 7′ê Nîsanê kampa Serdemê li navçeya Ehrezê vekir. 

Li kampê 250 kon hatin vedan û dê hezar û 300 kes bi cih bûne. Şaredariya Gel hewl dide kampê fireh bike. Gel li kampê bi riya komanê xwe birêxistin dikin û bi ruhekî hevbeş tev digerin.

Rêveberiya kampê bi derfetên heyî xizmeta gel dike, avê û nan pêşkêşî gel dike. Her wiha ceyran û televizyon ji gel peyda kir, da rewşa herêmê û pêşveçûnên dawî bişopînin.

Heyva Sor a Kurd jî noqteyeke xwe li kampê ava kir û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gel dike. 

Nûçegihanên me rewşa gel li kampê şopand. Gel banga alîkariyê li rêxistinên mirovî kirin. 

Endama Rêveberiya kampê û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd diyar kir ku gelek rêxistinên mirovî soza alîkariyê didin lê pêk nayînin û diyar kir ku bi nêzîkbûna havînê re, pêwîstî bi gelek madeyên jiyanî heye. 

RAPOR: ŞERVÎN MUSTEFA

KAMERA: TOLÎN HESEN

ANHA