Yekîtiya Sewaldaran a Tirbespiyê û Til Hemîs hat avakirin

Komîteya Sewaldariyê ya Kantona Cizîrê civîna damezrîner a Meclîsa Yekîtiya sewaldarên navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê, li dar xist.

Yekîtiya Sewaldaran a Tirbespiyê û Til Hemîs hat avakirin
Yekîtiya Sewaldaran a Tirbespiyê û Til Hemîs hat avakirin
Yekîtiya Sewaldaran a Tirbespiyê û Til Hemîs hat avakirin
3 gulan, 2018   15:08

QAMIŞLO

Civîn li navçeya Tirbespiyê bi beşdariya bi dehan sewaldarên navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê hat lidarxistin. 

di civînê de Hevserokê Komîteya Giştî ya sewaldariyê ya Kantona Qamişlo Ela Dîn Yûsif axivî û bal kişand ser girîngiya xebatên sewaldariyê ji bo geşkirina aboriya herêmî. 

Yûsif da zanîn ku di xebatên xwedîkirina sewalan de pirsgirêkên wekî nexweşî, kêmbûna êm ku di encamê de hejmara sewalan kêm dibe, rû didin.

Yûsif anî ziman ku armanca ji avakirina Yekîtiya sewaldaran ew e ku sûkên firotina berhemên sewalan bêne vekirin, her wiha peydakirina êm û derman ji sewalan re. Li aliyekî rê li pêşiya bazirganên ku sewalan derdixin derveyî herêmê, were girtin. 

Di dawiya civînê de, endamên Yekîtiya Sewaldaran hatin hilbijartin.   

(mm)

ANHA