Gelê Efrînê bi meşeke bi heybet dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Gelê herêma Efrînê bi dirûşmeyên ″Na ji dagirkeriya Tirk re″ û ″Na ji guhertina demografiyê re″ meşeke bi heybet li dar xistin.

3 gulan, 2018   18:29

ŞEHBA

Bi hezaran gel herêma Efrînê ji bo şermezarkirina siyaseta guhertina demokgrafiyê ya ku dewleta Tirk li Efrînê dide  meşandin, meşiyan. Meşvan li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê kom bûn, ber bi kampa Berxwedan ve meşiyan û alên TEV-DEM, Kongreya Star, YPG/YPJ′ê hildan. Her wiha pankartên ″Meclîsa Entabê meclîsa xayînan e″, ″Rûsya û Tirkiye şirîkên parçekirina Sûriyeyê ne″, ″Em bêdengiya navneteweyî li hember dagirkirina Efrînê şermezar dikin″ û ″Gelê Şehbayê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê″ vekirin.

Meşvanan dirûşmeyên ″Na ji dagirkeriya Tirk re″, ″Efrîn azad e″ û ″Bijî Berxwedana Serdemê″ berz kirin.

Li qada kampa Berxwedan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo axivî da zanîn ku ew bi van çalakiyan riya şehîdên xwe dişopînin û wiha domand, ″Em ê berxwedana xwe bidomînin û Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin. Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Em ê bi ruhê berxwedana Efrînê bi ser bikevin.″ 

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa jî diyar kir ku gelê Efrînê bi girêdana bi axê re û hêza ku ji şehîdên xwe digirin dê bi ser bikevin. Şêx Îsa wiha got, ″Em ê bi hemû rêbazan li ber xwe bidin û raya serkeftinê hildin.″

Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefaa Hesen jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan  destek da terorê û wiha got, ″Amanca Erdogan ew e ku Sûriyeyê birûxîne û fitneyê di nava gelan de bafirîne da bigihêje berjewendiyên xwe.″

 Wefaa diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablus, Bab û Ezazê dest bi dagirkirina rasterast a Bakurê Sûriyeyê kir. Wefaa banga bilindkirina asta têkoşînê kir.  

Meş bi dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″ û şermezarkirina dagirkirina Efrînê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA