Bi sedan sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Girziyaret re xwestin.

Bi sedan sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwestin
3 gulan, 2018   11:23

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê, ji bo şervanên YPG‘ê Mihemed Şerîq (Demhat Gir Ziyaret) yê di encama kirîza dil de şehîd bû, konê sersaxiyê li gundê wê Gir Ziyaret vegirt. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û ala YPJ/YPG`ê hate xemilandin.  

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, şervaên YPG û YPJ‘ê  sersaxî ji malbata Demhat re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de, mersîmeke hate lidarxistin.

Merasîma bi rêzgirtin destpê kir. Paşê yek ji fermandarên YPG`ê Mihyedîn Xêrkî axivî û got ku şehîd Demhat bi îradeya xwe tevlî YPG`ê bû, rihê fedekariyê li ber xwe dida. Xêrkî sersaxî ji malbata Dehmat û hemû şehîdên ku ji bo azadiya welatê xwe û parastina gel û welatên xwe canê xwe feda kirin re, xwest.

Bi navê Kongreya Star Nesrîn Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Nesrîn anî ziman ku gelek şehîd di oxira parastina xaka welat de cane xwe feda kirin û soza mezinkirina têkoşînê da.

Di merasîmê de, bi navê Meclîsa Navçeya Girkê Legê, Meclîsa navçeya Dêrikê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne sersaxî ji malbata şehîd re xwest û banga xwedîderketina li şehîdan kirin.

Axaftivanan gotin ku ew ê heta dawî li hemberî neyaran li ber xwe bidin.

Di dawiyê wesîqta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bidawî bû.

(bx)

ANHA