Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin

Bi armanca pêşxistina afirînerên ciwanan, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê li taxa Nasra ya bajarê Hesekê navenda Şehîd Bîrhat bi merasîmekê vekir.

Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
Navenda pêşxistina ciwanan hate vekirin
3 gulan, 2018   11:09

HESEKÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Cizîrrê ji bo pêşxisitna afrînerên ciwanan bi navê "Şehîd Bîrhat" navendeke li taxa Nasra vekir.

Vekirina navendên bi merasîmekê pê kir. Bi dehan ciwan û şêniyên taxê beşdarî merasîmê bûn.

Navendê ji endamên aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hate vekirin. Paşê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Cizîrê Hemrîn Elî axivî û vekirina navendê li hemû ciwanan pîroz kir. Hemrîn destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina navedê ku ciwan xwe pêş bixin da ku karibin hê bêtir rola xwe di avakirina civakê de bilîzin.

Hevserokê Desteya Şaredariyan û Rêveberên Herêmî a kantona Cizîrê Cozêf Lehdo got ku ciwan nifşên pêşerojê ne û bi saya wan hemû aliyên civakê pêş dikevin.

Her wiha bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîngî daye ciwanan ji ber ku ciwan ên ku civakê pêş dixin.

Merasîma vekirina navendê bi dirûşmeyên şehîd namirin bidawî bû.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şervanê YPG`ê şehîd Bîrhat di Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

(bx)

ANHA