Çalakiyên kesibkarên Rojhilat didome

Greva esnafên li Rojhilat kete roja xwe ya 19’an. Esnafan ragihand ku heta daxwazên wan pêk neyên wê grevê bidomînin.

Çalakiyên kesibkarên Rojhilat didome
3 gulan, 2018   11:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê 19 roj in Kesibkaran(esnafên bazirganiya sînor dikin) darabeyên xwe girtine û ketine grêvê. Li hemberî qedexekirina bazirganiya sînor û zêdekirina bacên gumrikan, greva dabûn destpêkirin, didome.

Grev, li bajarên Bane û Ciwanroyê destpê kiribûn û berbelavî bajarên Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê bibû.

Rayedarên rejîmê yên ku çûyîn serdana esnafên ketî grevê dibêjin ku wê pirsgirêkên esnafên kesibkar çareser bikin lê belê heta niha ji bo çareseriyê gaveke berbiçav neavêtine.

Esnafan ragihand ku baweriyê bi sozên rejîmê nayînin û heta ku sînor neyên vekirin û bacên gumrikan neyên kêmkirin wê grêva xwe bidomînin.