MSD: Divê hevpeyama navneteweyî û Rûsya, Tirkiyeyê ji Efrînê derxin

Hevseroka meclîsa MSDʹê bang li Rûsiyayê û dewletên hevpeymana navneteweyî ya li dijî terorê kir ku li hember hovîtiya dagikeriya Tirk a li dijî axa Sûriyeyê berpiryar bin û siyasetên koçberkirina bi darê zorê rawestînin. Her wiha xwest ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe. 

MSD: Divê hevpeyama navneteweyî û Rûsya, Tirkiyeyê ji Efrînê derxin
30 nîsan, 2018   14:11

QAMIŞLO 

MSDʹê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo derbarê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de endamên Desteya Serokatiyê ya MSDʹê, Hevseroka MSDʹê Ilham Ehmed û gelek dezgehên ragihandinê yên herêmî û navneteweyî amade bûn. 

Ilham Ehmed di destpêka civînê de bixêrhatina beşdaran kir û daxuyaniyek xwend. 

 Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

ʺDi dema ku çavên civaka navneteweyî lê ye ku aloziya Sûriyeyê ya derbasî sala xwe ya 8ʹemîn dibe çareser bike, hikûmeta Tirk bi erêkirina Rûsyayê hemû zagonên navneteweyî binpê kirin û 20ʹê Çile dest bi êrîşên li ser Kantona Efrînê kir û beşek ji axa Sûriyeyê dagir kir. Dagirkeriya Tirk li herêmê herêmên şûnwarî hedef girtin, armanca  ji vê yekê ew e ku çand û dîroka gelê herêmê ji holê rake. 

Dagirkeriya Tirk bi siyasetên guhertina demografiyê û koçberkirina bi darê zorê, her wiha bicihkirina malbatên komên çete li şûna gelê Efrînê, sûcên li dijî mirovahiyê didomîne. Heta niha nêzî 4000 malbatên çeteyan li Efrînê hatine bicihkirin. Tevî vê yekê artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên gelê Efrînê wêran kirin.

Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk operasyonên qirkirina olî jî dide meşandin û ola îslamê li ser gelê Êzidî ferz dike. Her wiha desmala seriyan û cilên dirêj li ser jinan ferz dike, jinan direvîne û tecawiz dike. 

Dagirkeriya Tirk li dibistanên Efrînê zimanê Tirkî dide xwendin, her wiha meclîsên rêvebirina Efrînê ji kesên biyanî ava kirin. Ev meclîs ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin. 

Li hember van kiryarên dagirkeriya Tirk civaka navneteweyî bêdeng e. 

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk zêdeyî 200 hezar sivîl li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Welatî ji ber kêmbûna madeyên xwarinê û dermanan, her wiha belavbûna nexweşiyan, gelek zehmetiyan dibînin. Li aliyekî din jî 60 hezar zarok ji mafê xwendinê mehrûm bûn. 

Ji ber rewşa derûnî ya zehmet jî bi dehan welatî li ser riya koçberiyê jiyana xwe ji dest dan. NY li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker berpirsyar e.

Wek MSDʹê, em bang li hemû hiqûqnasên Sûriyeyê dikin ku bi yek destî bixebitin û kiryarên dagirkeriya Tirk yên li dijî ax û gelê Sûriyeyê, belge bikin. Her wiha banga me ji civaka navneteweyî dikin ku li hember sûcên li dijî mirovahiyê bi erk û misyonên xwe rabin. Her wiha siyasetên koçberkirina bi darê zorê rawestînin.

Em dibînin ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, divê demlidest ev gav bêne avêtin: 

1.Divê bi lezgînî hemû biryarên navneteweyî yên rawestandina şer bikevin pratîkê. 

2.Pêşkêşkirina madeyên xwarinê û dermanan ji gelê Efrînê re. 

3.Divê guhertina demografiyê li Efrînê were rawestandin û gelê Efrînê vegerin malên xwe. 

4.Divê hêzên dagirker ên herêmî ji herêmê bêne derxistin. Her wiha divê dagirkeriya Tirk hêzên xwe ji herêmên Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn, Idlib û gundewarên Hums û Hemayê bikişîne. Di encama dagirkirina van herêman de, zêdeyî 200 hezar sivîl ji gundewarên Heleb û Şehba, 600 hezar sivîl ji Kantona Efrînê û bi sed hezaran sivîl ji Idlib, Hema û Humsê koçber bûn. Divê li herêmê xebateke cidî bi çavdêriya navneteweyî were meşandin û gel vegerin malên xwe. 

5.Divê destwerdanên Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de were rawestandin.  

6.Divê aloziya Sûriyeyê bi riya xebatên siyasî û beşdariya tevahî hêzên niştîmanî li gorî zagonên naveteweyî were çareserkirin. 

7.Divê Rûsya zextê li ser hevalbendên xwe yên ku Pêngava Bagera Cizîrê asteng dikin, bike. 

Em amade ne bi hemû hêzên niştîmanî re kar bikin, da çareseriyeke demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk were û axa Sûriyê azad bibe.ʺ

Di berdewama civînê de Endamê Desteya Serokatiyê ya MSDʹê Îşû Gewriye rapora derbarê destwerdanên dewleta Tirk ên li herêma Efrînê de xwend.  

(mm)

ANHA