Xwepêşandêran soza berxwedaniyê nû kirin

Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl anî ziman ku herêma tê dagirkirin bi berxwedaniyê bersiv dide.

30 nîsan, 2018   12:58

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê û guhertina demografî ku niha li Efrînê tê kirin, rabûn xwepêşandanê.

Girseya gel li gundê Til Qerah kom bûn û pankartên li ser hatibûn nivîsandin ` Rûsya û Tirkiyê Sûriyê parçe dikin û demografiya wê diguherin, meclîsa Antaqê meclîsa xiyanetê ye, em bêdengiya navdewletî û kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şermezar dikin, Şehba dê her tim piştgiriya berxwedaniya Efrînê bike, Bê Efrîn jiyan nabe, Welatê min li min vegerînin û Mayîna me li Şehba berdewamkirina berxwedaniya Şehba ye, hildabûn.

Xwepêşanda ji gundê Til Qerahê destpê kir û berbi navçeya Fafîne kampa Serdemê berdewam kir. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên Bijî Berxwedaniya Serdemê, Bijî berxwedaniya YPJ/YPG`ê û Na ji bêdengiya navdewletî re hatin berzkirin.

Di berdewamiya xwepêşandanê de Hevserokê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û wiha destbi axavtina xwe kir:‟ Kî ji bo azadî û demokrasiyê destbi şoreşê kiriye û kî xwe welatiyê Sûriyê dibîne divê piştgiriya berxwedaniya Efrînê bike. Efrîn parçeyekî ji Sûriyê û Tirkiyê û çeteyên wê ji Sûriyê parçe kirine. Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û guhertina wê ya demografiya herêmê li ber xwe bidin û Efrîn rizgar bikin”.

Her wiha Rêveberiya Kongreya Star Emîne Dengêlî axivî û got:‟ Efrîn dê bi berxwedaniya gelê xwe rizgar bibe”.

Hevserokê Kantona Şehba Îmad Dawûd jî di xwepêşandanê de axivî û got:‟ Polîtîka ku dagirkeriya Tirk û Rûsya li hemberî gelê Efrînê dide meşandin şerê taybet e. Ew li beramberî hemû dewletên navdewletî demografiya Efrînê dide guhertin û dîsa dewletên navdewletî li hemberî wê bêdeng e. Ev yek diyar dike ku li hemberî herêmên me komplo û pîlansaziyeke fereh tê kirin”.

Xwepêşanda bi berzkirina dirûşmeyên berxwedaniya Efrîn silav dikin, bi dawî bû.

(np)

ANHA