Sersaxî ji malbata şehîd Berçem re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî serdana konê sersaxiyê yê şervana YPJʹê Yemama Ocan (Berçem Girê Spî) kirin û sersaxî ji malbata wê re xwestin.  

Sersaxî ji malbata şehîd Berçem re hat xwestin
30 nîsan, 2018   14:29

GIRÊ SPΠ

Konê sersaxiyê li gundê Mubetih hat lidarxistin û bi wêneyên şehîdan, alên YPG/YPJ/QSDʹê hatin xemilandin. Şehîd Berçem di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.   

Serdana sersaxiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantonê Sebrî Nebo û Endama Rêveberiya Desteya Jinê Fadiya Şerîf axivîn. Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û dane zanîn ku dê Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe. 

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ û ʺBijî berxwedana YPG/YPJʹêʺ berz kirin. 

(mm)

ANHA