Tirkiyê û çeteyên wê li beramberî pere sivîlan berdidin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên Efrîne digrin û li beramberî berdana wan pere dixwazin.

Tirkiyê û çeteyên wê li beramberî pere sivîlan berdidin
30 nîsan, 2018   11:31

SÎMAV XELÎL / EFRÎN

Çavkaniyên herêmî yên herêma Efrîne agahî dan ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destbi hemleya sivîlên Efrîne kirine. Sivîl bi bihaneya ku di saziyên Rêveberiya Xweser a Efrîne de xebitîne têne girtin û li beramberî serbest berdana wan pere ji wan dixwazin.

Di vê çarçevê de çavkaniyekî ji bajarê Efrîne agahî da ku çete berî du rojan welatiyê bi navê (E.E.) işeknce kirine û erebeya wî û pere jê xwestine. Li gorî çavkaniyan çete tenê du roj dane welatiyê bi navê (E.E.) ku erebeya xwe û pere bide wan.

Her wiha çavkaniyekî dîtir agahî da ku hîna 6 Êzidiyên ji gundê Qîbarê yê girêdayî bajarê Efrîne hîna li gel çeteyan girtîne. Çete 5 hezar dolar amerîkî ji her yekî ji wan dixwaze. Êzidiyên gundê Qîbarê yên hatine girtin evin: Fadî Arif, Ibrahîm Arif, Elî Arif, Abdulrehman Arif, Semîr Arif û Henan Arif.

Hêjayî gotine ye ku Ilham Mihemed û Nebîl Mihemed ên gundê Qitmê li beramberî 2 hezar û 500 dolar amerîkî berdan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagirkirin bi hemû cureyên qirêj qirkirina çandî li ser gelê Efrîne didin meşandin.

(np)

ANHA