Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG`ê yê Amerîkî Jack Klebs (Delîl Emerîka) bi merasîmeke girseyî ber bi deriyê Sêmalkayê ve hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê Amerîkî Klebs bi merasîmeke girseyî ber bi Başûrê ve hate oxirkirin
30 nîsan, 2018   11:38

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, herêmên Berav û Koçeran  îro cenazeyê şervanê YPG`ê yê Amerîkî Jack Klebs (Delîl Amerîka) ê ku li Eyn Îsa şehîd bû, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi deriyê Sêmlaka yê di navbera Rojava û Başûrê Kuristanê ve bi rê kirin, da ku li warê xwe were veşartin.

Li Deriyê Sêmalka merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê û Hêzên Ereka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê yek ji endamê Tabûra Şervanên Entrnasyonalîst û hevalê Delîl, Tolhildan Ciwan kurtejiyana Delîl Amerîka  vegot.

Ciwan tekez kir ku baweriya şehîd Delîl bi pîvanên netewa demokrtîk û jiyana hevbeş di navbera gelan de dihat ji ber wê bi îradeya xwe biryar da ku li hember terorê şer bike û parastina pîvanên ku şoreşa Rojava li ser hatiye avakirin, bike.

Tolhildan, soza şopandina xeta şehîdan dan.

Paşê Hevserokê Desteya Hundrîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û tekez kir ku şehîd Delîl Amerîka banga mirovatiyê pêk anî û tevlî şoreşa Rojava bû û di oxira wê de gihîşt asta şehadetê.

Berekat destnîşan kir ku projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ya ku bi sedan şehîd di oxira wê de canê xwe feda kirin çareseriya herî guncawe ji bo pirsgirêka Sûriyê.

Di dawiyê de Berekat soza tekoşîn û berxwedanê heta dawiyê û pêkanîna hemû armancên gelê Bakurê Sûriyê, da.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî hevalên şehîd ên di tabûrê de hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Delîl Emerîka ber bi  Başûrê Kurdistanê rê kirin da ku li warê xwe Amerîka were veşartin.

(bx)

ANHA