Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin

Kuristaniyên ku li Lubnanê dijîn 1`ê Gulanê Cejna Kedkaran a  Cîhanî pîroz kirin.

Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 1‘ê Gulanê hate pîrozkirin
30 nîsan, 2018   11:07

LUBNAN

Kurdistaniyên ku li Lubnanê dijîn duh bi şahiyekê 1‘ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanî pîroz kirin. Şahî li parka Dilib a herêma Multeqa El-Nehreyîn a payetexa Lubnanê Beyrût hate lidarxistin. Bi sedan Kuridstaniyên ku Lubnanê dijîn tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Lubnanê Edîb Hesen bi wesîleya 1‘ê Gulanê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tekoşîna tevgerên Kedkar û karkeran ên li hemberî sîstemên desthilatdar bandoreke mezin li ser pêşxistina doza karkeran û têkoşîna wan a banga maf kir. Bi têkbirina îradeya jin, yekîtiya gelan û projeya biratiya gelan azadiyê karkeran ne pêkane ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di Şoreşa Bakurê Sûriyê de gel ber bi xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û pîvanên hiqûqî ve diçe. Şoreşa gelên Sûriyê berdewama têkoşîna karkeranan e.

Paşê Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubanên Diyar Qamişlo, bi navê Kongreya Star Gulîstan Elî, Nûnerê Kongerya Ermenî ya Cîhanî Hemo Miskefiyan axivîn.Di axaftinan de Cejna Kedkaran hete pîrozkirin û her wiha şoreşa Rojava û şervanên YPJ/YPG û QSD`ê hatin silavkirin.

Piştî axaftinan, Koma Welatê Rojê ya Stran û Şano, Koma Şehîd Îlan û koma Zarokên Rojava stran, dîlan û şano pêşkêş kirin.

Şahî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanas Bakurê Sûriyê bidawî bû.

(bx)

ANHA