Bi alîkariya rêveberiya kampê salona berberiyê vekir

Ehmed Mihemed bi alîkariya Rêveberiya Kampa "Serdemê" saloneke berberiyê vekir. Bi vekirina salonê re êdî şêniyên kampê ji bo berberiyê nema diçin deverên din.

Bi alîkariya rêveberiya kampê salona berberiyê vekir
30 nîsan, 2018   10:25

SÎMAV XELÎL – CEFER CAFO /  ŞEHBA

Rêveberiya Kampa "Serdemê" bi her awayan alîkariyê bi şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin, dike.

Ji ber ku salonên berberiyê li Kampa "Serdemê" tune bûn, şêniyên kampê neçar diman biçin navçeyên Fafîn û Ehris ku 5 km dûrî kampê ne.

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed ê ji Efrînê li Kampa "Serdemê" bi cih bûye xwest ku alîkariya şêniyan bike li kampê de saloneke berberiyê veke.

Rêveberiya kampê ji Ehmed re çadirek vekir da ku berberiyê lê bike, her wiha ceyran û pêwîstiyên kar jî peyda kir.

Ehmed ji saetên sibê ve heta êvarî  dixebite, rojane nêzî hezar û 500  heta 2 hezaran Lêreyan digire.

Ehmed spasiya Rêveberiya kampê kir ku alîkarî pêşkêşî wî kir.

 (bx)

ANHA