Şahidan komkujiya taxa Mehmûdiyê vegotin

Malbata ku dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê komkujî pêk anîn û bi dehan welatiyên Efrînê qetil kirin, amade bûn, detayên komkujiyê vegotin.

Şahidan komkujiya taxa Mehmûdiyê vegotin
Şahidan komkujiya taxa Mehmûdiyê vegotin
Şahidan komkujiya taxa Mehmûdiyê vegotin
Şahidan komkujiya taxa Mehmûdiyê vegotin
Şahidan komkujiya taxa Mehmûdiyê vegotin
27 nîsan, 2018   06:04

SOLÎN REŞÎD-CEFER CEFO/ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di 16'ê adarê de li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê komkujiyek pêk anîn. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Komkujî di roja bîranîna komkujiya Helpçê de pêk hatibu.

Welatiyê bi navê Hemade Osman Ibrehîm ê ji gundê Gemrok a navçeya Meydankê ya Efrînê  ji gund derketibû û li mala keça xwe ya li navenda Efrînê bi cih bibû.

Di komkujiyê de keça Osman, hevjînê wê di komkujiya taxa Mehmûdiyê ku ji ber bombebarana Artêaş Tirk pêk hat de, şehîd bûn, endamê din ên malbatê bi giranî birîndar bûn.

Welatiyê bi navê Hemade Osman Ibrehîm derbarê komkujiya ku li taxa Mehmûdiyê pêk hat û bi xwe şahidê wê bû ev tişt anî ziman: "Piştî topbaran û bombebarana li ser taxa Mehmûdiyê dijwar bû, di bîranîna roja komkujiya Helepçê de, top wekî baranê li derdora mala em tê de bûn diketin. Ji bo parastinê em derketin jêrzemînekê di taxê de. Dema em derketin bombeyek li nêzî me ket, kurê min Ebdulrehman û hevjînê keça min Emîn Reşîd şehîd bûn. Endamên din ên malbatê jî bi giranî birîndar bûn.”

Hemad di berdewama axaftina xwe de jî got ku keça wî Erîfe Ihbrehîm ku di meha xwe ya 8'an de ducanî bû, kurê xwe winda kir û niha jî ew li nexweşxaneyek Helebê tê dermankirin. Erîfe îbrehîm got ku, “Keça min emîna jî di destê xwe de û keça min Gulîstan jî di lingê xwe yê çepê de birîndar bûn û niha li Şehbayê têne dermankirin. Lê derman nayên peydakirin û rewşa wan zehmete."

Hevjîna Hemad a bi navê Hemîda Reşo jî derbarê detayên komkujiyê ev tişt anî ziman: "BI dehan ton li ser taxê de dihatin barandin. Hejmara şehîdan, em baş nizan in, ji ber kolan tijî cenazeyên welatiyan bûn. Wêranî li kolanê pêk hat. Xebatkarên Tenduristiyê yên Nexweşxaneya Avirîn nefiya min a biçûk Hemîda rakirin nexweşxaneyê. Hişê xwe winda kir û band kir."

Hemîda da zanîn ku wan berê xwe dida kur nikarîbû cihê xwe biparêze û wiha dom kir: "Me berê xwe dida kur, top bi ser me de dihatin. Li dijî sivîlan komkujî pêk dihatin. Dema em ji Efrînê derketin topek li nêzî me ket, dedora 20 kesan bi wê topê şehîd bûn."

Hemîda di dawiya axaftina xwe de jî got ku qurbaniyên komkujiyê wê riya dawîkirina Erdogan e û ev tişt anî ziman: "Ew bû sedama sêwîbûna zarokên me. Rewşa me ya jiyanî pir zehmet bûye."

Malbata Hemade niha li bajaroka Til Rifet bi malbatên din re jiyan dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê çile de êrîşî kantona Efrînê kirin. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn.

(dc)

ANHA