Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir

Di şoreşa Rojava de gelek berxwedaniyên mezin hatin nîşandan. Gelek şervanan bi tekoşîn û xebatên xwe efsaneyên berxwedanê nivîsandin. Mihyedîn Hisên yek ji şervanên ku bi tekoşîna xwe bingeha dîroka berxwedana gel mayînde kir.

Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
Rêbaz..Şervanê bîranîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kir
27 nîsan, 2018   05:45

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Şoreşa Rojava, wekî tê naskirin Şoreşa 19'ê Tîrmehê gaveke nû di dîroka gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê nivîsand. Destpêkirina şoreşê wekî gaveke girîng ku xewna ciwanên Kurd û pêkhateyên din ên herêmê pêk hat bû. Lewma ciwan bê terdud tevlî xebatên şoreşê bûn û kêlî bi kêlî gavên girîng avêtin.

Di şoreşa Rojava de jî wekî  şoreşên cîhanê, divê kesayetên fedekar û tekoşer hebin ku pêşengtiya şoreşê bikin û serkeftinan pêk bînin. Şervanên YPG/YPJ'ê nûnertiya vê rastiyê kirin û karîbûn bi tekoşîna xwe parastina welatê xwe bikin. Di qadên şer de fedekariyek mezin bikin.

Em ê di vê dosya xwe de behsa yek ji mînakên şoreşa Rojava yên fedekarî û tekoşînê bikin. Ciwanê Kurd Mihyedîn Hisên (Rêbaz) bi tekoşîna xwe bû stêrek ku ezmanê welat ji hemû nifşên dê di demên pêş de werin ronî kiriye.

Mihyedîn hisên di 1'ê çileya sala 1991'an de hate dinê. Li ser stranên şoreşê mezin bû û navê wî jî navê yekem şehîdê Tevgera Azadiyê yê herêma Dêrikê ku di destpêka salên 80'yî de şehîd bûye, Mihyedîn hatiye.

Mihyedîn di nava hevalên xwe de bi fedekarî û rihê civakbûyînê dihat naskirin, dibistana seretayî û navîn li dibistanên Dêrikê xwend û paşê di karê avasaziyê de mijûl bû, da ku malbata xwe xwedî bike.

Di destpêka ciwaniya xwe de tevî çalakiyên ciwanan bû û di dema rêjîma Baas rê li ber gelê kurd digirt, bi dizî karê rêxistinî dida meşandin.

Bi destpêka aloziya Sûriyê de Mihyedîn ji ciwanên ku qebûl nekirin dest ji xaka xwe berdin û di nava YXK'ê de tekoşîn da meşandin û bingeha saziya parastinê ya Rojava danîn.

Di destpêka şoreşê de bi rihê civakê û îradeyeke xurt tekoşîn da meşandin. Di destpêkê de di nava yekîneyên parastina sînor de cih girt û di parastina sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê tekoşîn da meşandin. Da ku bersiva êrîşeke muhtemel a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bide.

Piştî salek di ser tekoşîna wan re derbas bû, di dema hêzên YPG'ê hate ragîhandin, Mihyedîn ji ciwanên destpêkê yên tevlî bûn û navê xwe yê tevgerî kir Rêbaz.

Malbat bîranan vedibêj in

Bevê Şehîd Miheydîn, Hisên derbarê kesayeta kurê xwe yê şehîd ev tişt anî ziman,"Kesayetek zîrek û zana bû. Di kar û barê malê de difikirî. Alîkariya birayên xwe yên din dikir. Ji bo alîkariya me dest ji dibistanê berda. Cîran û xizmên me hêvî dikirin ku kurekî wan wekî Mihyedîn bi exlaq û qenc hebaye."

Xwîşka Şehîd Miheyedîn, Mihdiye Hisên jî derbarê kesyeta birayê xwe ev tişt anî ziman,"Di nava birayên min ê herî nêzî min bû. Min û wî bihev re dilîst, pir li strana Şehîd Mihyedîn û Zinar a Ava Mezin guhdar dikir. Digot ku ew ê riya wan bidomîn e."

Xwîşka Şehîd Mihyedîn, Salîha jî bibîr xist ku dema ew diçûn dibistanê dema diwestiya, birayê wê pirtûkên wê radikir.

Birayê Şehîd Mihyedîn Cebar Hisên jî derbarê kesayeta birayê xwe yê şehîd got ku rêbazê wê kesên derdorê dikşand aliyê xwe û ji aliyê welatiyan dihate hezkirin û birayê xwe bi van gotinan bibîr anî, "Di destpêka şoreşa Rojava de rêjîm li herêmên me bû. Şehîd Mihyedîn yekem ciwanê ku wêneyê Rêber APO û pankartên bi nivîsên şoreşgerî li Meydana Azadî dalqandin."

Şervanê YPG'ê Zagros ku yek ji rêhevalên şehîd Mihyedîn e derbarê kesayeta wî de got ku kesayetek fedekar bû di qadên şer de rêxistinkirî bû û dema destpêkirina şoreşê de parastina sînorê Rojava dikir û wiha dom kir,"Di nava hevalên xwe de bi gotina strana 'De tu were mervano' dihate naskirin."

Şehîd Mihyedîn (Rêbaz)di gelek hemleyên rizgarkirina xaka Rojava de cih girt. Bi sê birayên xwe û hevalên xwe re di hemleya rizgarkirina Gir Zîro de cih girt.

Di sibeha roja 16'ê tîrmeha sala 2013'an de çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî pîlankirî amadekariya êrîşa li ser herêma Dêrikê, Girkê Legê, Rimêlan û Çilaxa kirin. Çeteyan di mizgeftan bang kirin û çete ji eniyên şer ên li dijî rêjîmê li Heleb, Idlib, Reqa, Girê Spî, Şedadê û Holê wê demê vekişandin û berê wan dan herêma Dêrikê. Şervanên YPG'ê di wê demê berxwedanek bê hempa nîşan dan.

Di roja 19'ê Tîrmeha sala 2013'an de ango ku salvegera yekem a şoerşa Rojava komên çete êrîşî gundê Siwêdiyê kirin, Mihyedîn bi lez berê xwe da gund da ku alîkariya gundiyan bike û bi hevalên xwe re êrîşa çeteyan têk bibe.

Şer di gund de giran bû, di encamê de Mihyedîn û hin hevalên xwe yên din şehîd bûn û xeta tekoşînê ya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê mayînde kirin. Şehîd Mihyedîn bi vê yekê soza ku dabû hevalên xwe ku wê li ser riya şehîdan tekoşîna xwe bidomîn e, pêk anî.

(dc)

ANHA