Rêgezên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û armancên wê çi ne?

Partiya Sûriyaya Pêşerojê xwedî nerîneke hevbeş e, dikare hemû pêkhateyên welat bîne gel hev û aloziyan çareser bike. Ev yek di riya rêgez û armancên wê yên pêkane ku dikare nûnertiya hemû pêkhate û aliyê Sûriyê bike, pêk tê.

Rêgezên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û armancên wê çi ne?
27 nîsan, 2018   06:55

DIYAR EHMO-XALID EL-CUMA / REQA

Partiya Sûriyaya Pêşerojê li ser gelek rêgezan hatiye pêkanîn. Dikare nûnertiya hemû pêkhate û aliyên Sûriyeyê bike. Xwedî hêzeke ku dikare rewşa heyî derbas bike û di guhertin û pêkanînê de pêşeng be. Li ser asta navdewletî û herêmî jî dikare xwedî bandoreke mezin be.

Rêgezên bingehîn ku partî li ser hatiye sazkirin jî ev in:

*Gelê Sûriyê yek gel e, dîroka hevbeş wî tîne gel hev, bi nasnameya Sûriyeyê ya pir reng, bi gel û axa xwe yekbûyî serbilind e.

*Sîstema dewleta demokratîk a ne navendî esas digre.

*Biryara çarenûsa pêşeroja Sûriyê, jiyana hevbeş esas digre, li welatekî demokratîk ku mafên tekane û koman esas digre, serbixwe be.

*Guhertin û veguhertina demokratîk daxwaza gel a sereke ye, bi vê riyê jî bingeha demokratîk pêk were.

*Hemû doz û aloziyên mezhebî û netewî li gorî peyman û pelgeyên navdewletî çareser bibin. Di destûra nû ya Sûryiê de jî werin bicihkirin.

*Azadî, wekhevî, edalet û wekheviya xwezayî ji hemû hemwelatiyên Sûriyê bê cûdahî û li ser esasê netewî bê cûdahiya cins û rengan, pêk were.

*Siyaset milkê civakê ye, li ser esasê wê civak rêveberiya xwe ya guncaw pêk tîne. Ji mafê hemwelatiyane di xebatên siyasî de erka xwe pêk bîne. Rê li ber kes û civakê ji hemû pêkhateyan re were vekirin ku bi îradeya xwe ya azad xwe birêxistin bike.

*Di qadên navdewletî de bê alîtî derbarî ol û baweriya ne de pêk bîne. Mafê hemû cemat û komên olî heye merasîm û baweriyên xwe pêk bîne. Layîkît nabe dijminatiya olan.

*Li dijî tundî û şerê terorê bi hemû cûreyên wê dûr dixe.

*Desthiladariya yekalî  û di hemû aliyên xwe yên rêxistinî de dûr dixe. Ev yek jî di nerîna wê ya siyasî û tevgera wê de diyar dibe.

*Baweriya wê bi çalakiriyên siyasî yên aştiyane ên li ser esasê derbaskirina aloziyan û derbaskirina nakokiyan tê.

*pêşxistina aboriya civakî ya li dijî çewisandina û destgirtina kesan, ev jî li ser esasê pêkanîna edaleta civakî û misogeriya mafê kesan û civakê pêk tê.

*Di navbera zilam û jinan de wekheviya tam di hemû aliyên jiyanê de esas digre.

*Ciwan hêza bingehîn a pêşxistina civakê pêk tîne, esas digre.

*Partiya me dewleta niştimanî ya pir reng ku rola aramiya herêmî û navdewletî li ser esasê cîrantiya baş û têkiliyên navdewletî , her wiha berjewendiyên baş pêk tîne, esas digre.

*Sûriya beşek ji derdora xwe ya herêmî û cîhaniye, ji mafî hemû çand û pêkhateyên Sûriyê ye ku têkiliyên baş bi gelên herêmê re pêk bîne.

Armancên Partiya Sûriyaya Pêşerojê ew ku nasanameya Sûriyê bi hemû pêkateyên wê yên netewî û olî li ser esasê aştiyane û dûrî desthiladariyê esas dire. Ji armancên ku partî dê pêk bîne ev in:

*Nîşandana nasnameya niştmanî ya Sûriyê, bi nasnameya wê ya pir reng di aliyên netewî, olî û çandan de.

*Amadekariya projeya destûra nû ya welat ku azadiyan esas dire, mafê hemû welatî û pêkhateyan li ser esasê rêgezên demokratîk û mafê morivan esas digre. Hersê saziyên rêveber jî ji hev cûda dike.

*Avakirina dewleta qanûnê ku aştiya civakî di riya civaka zana û exalqî de pêk bîne.

*Bi hêzên navdewletî re ji bo pêkanîna aramiyê û aştiya cîhanî beşdar be.

*Veguhestina aştiyane ya rêveberiyê.

*Ji hemû welatiyan di xizmeta giştî de sûd were girtin, ev bê cûdahî pêk were.

*Pêkanînên sereke ji bo jiyana bi rumet peyda bike.

*Rê ji penaberan re were vekirin ku vegerin warê xwe û hemû mafên wan were parastin.

*Mafê hemwelatiyê ji hemû aliyan re pêk bînin û erkên wan bê cûdahî saz bikin.

*Piştgiriya rola jin û ciwan di hemû aliyan û di hemû astan de bike.

*Belavkirina berhemên netewî û pêşxistina aboriya civakî ya hevbeş a hevaltiya xwezayê pêk bîne, esas bigre, her wiha piştgiriya aborî ji hemû sûkên heyî dûrî çewisandin û girtinê pêk were.

*Xwezayê biparêze û fikrê parastina wê esas bigre, her wiha piştgiriya projeyên ku xizmeta hevsengiya hawîrdorê dike, bike.

*Têkiliyên herî baş bi dewletên herêmê û dewletên din ên cîhanê re li ser esasê hevkarî û berjewendiyên hevbeş bê di karûbarê navxweyî yên tu aliyan de destwerdanê bike, pêk bîne. Her wiha ji bo bazirganiya hevbeş pêk bîne, ewlekariya sînoran biparêze û alîkariyên mirovî   bighîne herêmên hatine wêrankirin.

Partiya Sûriyaya Pêşerojê di 27'ê adara derbasbûyî bi beşdarbûna nûnerên gelê Sûriyê yên ji Idlib, Reqa, Minbic, Dêrazor, Hesekê, Girê Spî û herêmên din ên Fedraliya Bakurê Sûriyê hate avakirin.

Di civîna damezirîner de hemû endamên partiyê li ser pêkanîna biryarên navdewletî û bi taybet biryara 2254 lihev kirin. Her wiha li ser esasê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê di xebatên siyasî de. Li ser vî esasî destûra nû ya welat misoger bike, her wiha bi azadî hilbijartin werin lidarxistin.

(dc)

ANHA