Cenazeyê endamê HATʹê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê  cenazeyê Endamê HATʹê Argêş li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin. 

Cenazeyê endamê HATʹê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê endamê HATʹê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê endamê HATʹê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
26 nîsan, 2018   17:32

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyê şehîd Dilxweş Mihemed Emîn (Argêş) ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê. 

Di merasîma oxirkirinê de nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rûspiyên êlên herêm, Saziyên Civaka Sivîl û nûnerên Partiyên siyasî amade bûn. 

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê hêzên HATʹê Dilsoz Ciwan axivî. Dilsoz diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê biryara berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava dane. Dilsoz got, ʺDê gelên herêmê bi saya xwîna şehîdan serkeftinê bi dest bixin, her wiha dê tevahî axa Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û DAIŞʹê rizgar bibe.ʺ

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê jî Perwîn Mihemed Emîn axivî û diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê ji bo projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bedelên giran dan. Perwîn wiha domand, ʺDivê her welatiyek ji bo parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bi erka xwe rabin. Projeya Federaliya Demokratîk tekane riya çareseriya aloziya Sûriyê ye.  

Bi navê malbata şehîd, Remedan Ebdo axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilindin û soza şopandina riya şehîdên xwe da heta tevahî axa Rojava-Bakurê Sûriyê ji terorê û dagirkeriya Tirk rizgar bibe. 

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.  

(mm)

ANHA