Civîneke komînal li taxa Rimêla hat lidarxistin

Meclîsa Gel a taxa Rimêla ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê civîna xwe ya heftane li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û civakî hat nîqaşkirin.  

Civîneke komînal li taxa Rimêla hat lidarxistin
26 nîsan, 2018   17:47

REQA

Civîn bi beşdariya Hevserokatiya meclîsa taxa Rimêla û tevahî endamên komînên taxê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Hevserokê meclîsê Zahir Xelîl Mustefa axivî û da zanîn ku di civînê de rewşa siyasî û ewlehî hatin nirxandin.  Her wiha diyar kir ku gelê herêmê li hember planên dijmin hişyar bin. 

Bi navê Komîna Şehîd Xelîl Ismaîl Şerîf, Mihemed Hamid axivî û da zanîn ku armanca ji xebatên komînan xizmeta gel û rêxistinkirina civakeke demokratîk. 

Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şêniyên taxa Rimêla ji ber pirsgirêka qutbûna avê û kombûna sergoyê bi ganzin in. 

(mm)

ANHA