Li Hesekê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanekî YPGʹê û Endamekî Hêzên Asayîşê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.  Her wiha merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berxwedan Murad ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye hat lidarxistin.

Li Hesekê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
26 nîsan, 2018   16:18

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulhemîd Hac Ebas (Gerzan Hesekê) ku li Hesekê şehîd bû û Endamê Hêzên Asayîşê Ebdurezaq Elî ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê. 

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ezîza Ebdulrehman axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û şehîd Mecid Xelîl (Berxwedan Murad) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye jî bi bîr anî. Ezîza anî ziman ku dê Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin. 

Fermandarê YPGʹê Şiyar Hesekê got ku bi saya fedekariya şehîdan yekîtiya gelên herêmê ava bû û riya azadiyê ronî bû. Şiyar di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan da.  

Endamê Komîteya Têkîliyên TEV-DEMʹê Ebdulfetah Fatimî jî destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan axa Bakurê Sûriyê ji DAIŞʹê hat rizgarkirin.  

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hat xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.  

(mm)

ANHA