ʹDê Efrîn bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê azad bibeʹ

Hevseroka Meclîsa TEV-DEMʹê ya Kobanê Eyşe Efendî diyar kir ku dê Efrîn bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin. 

ʹDê Efrîn bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê azad bibeʹ
26 nîsan, 2018   13:28

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê û Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEMʹê beşdarî konê sersaxiyê yê 4 şervanên YPG/YPJʹê ʺOsman Osman (Sîpan Agirî), Dîlber Mislim (Zekiye Kobanê), Zelîxe Mihemed (Viyan Sema) û Ilham Elî (Avaşîn Adil) yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne.

 Li bin konê sersaxiyê Eyşe Efendî axivî û diyar kir ku çawa Kobanê ji DAIŞʹê hat rizgarkirin, dê Efrîn jî ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe. 

Hevserokê Meclîsa TEV-DEMʹê Ehmed Şêxo jî destnîşan kir ku berxwedana dîrokî ya ku şervanên QSDʹê li dijî dagirkeriya Tirk dan meşandin û got ku dê Efrîn bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê rizgar bibe. 

Serdana sersaxiyê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ û ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû.  

(mm)

ANHA