Avakirina komînan li Reqayê didome

Komîteya Jin a girêdayî Meclîsa Jinan a Reqayê avakirina komînan li bajar didomîne.

Avakirina komînan li Reqayê didome
Avakirina komînan li Reqayê didome
26 nîsan, 2018   12:52

REQA

Komîteya Jin a girêdayî Meclîsa Jin a bajarê Reqayê avakirina komînên taybet bi jinan li taxa Rimêla didomîne. Di vê çarçoveyê de komîna 7`emîn a taybet bi jinan ji bo ku jin xwe bi xwe bi rêve bibe, hate avakirin.

Di vê çarçoveyê de komîteya Jinan ji jinên taxa Rimêla re civînek lidar xist. Civîn bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Seroka Meclîsa Jinê ya bajarê Reqayê Zelîxa Ebdî li ser rastiya komîn û kar û xebatên wê axivî û got ku komîn wesîleya sereke di avakirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan e.

Her wiha Rojîn Mihemed weke seroka komînê û Fida El-Mihemed weke cîgira wê hatin hilbijartin. Ji aliyekî din ve komîteya lihevanîn, tendirûstî, aborî, parastin û perwrdeyê jî hatin avakirin.

Di dawiyê de Seroka Meclîsa Jin a bajarê Reqayê Zelîxa Ebdî got ku piştî zilm û zora 4 salan jin ji zihniyeta desthilatdar hate rizgarkirin  û niha jî bi xwe aboriya xwe bi rêve dibe.

(bx)

ANHA