2 hezar û 800 nexweşên şekir pêwîstiya wan bi dermanan hene

Rêveberê Heyva Sor a Kurd Emar Mihemed diyar kir ku ji welatiyên Efrînî yên li Şehbayê 2 hezar û 800 nexweşiyên şekir bi wan re hene û pêwîstiyên wan bi dermankirinê heye.

2 hezar û 800 nexweşên şekir pêwîstiya wan bi dermanan hene
2 hezar û 800 nexweşên şekir pêwîstiya wan bi dermanan hene
2 hezar û 800 nexweşên şekir pêwîstiya wan bi dermanan hene
26 nîsan, 2018   11:01

HENAN MIHEMED – SÎMAV XELÎL / ŞEHBA

Efrîniyên li kantona Şehbayê bi cih bûne di şert û mercên zehmet de di gelê kêmbûna derfetên jiyanî û tenduristî de jiyan dikin, rêxistinên navdewletî rewşê paşguhe dike û alîkariyên nake. Derfetên navendên tunduristiyê têrê nake ku pêwîstiyên hemû nexweşan bi cih bîne.

Rêveberê Heyva Sor a Kurd Emar Mihemed diyar kir ku 2 hezar û 800 kes ku nexweşiyên şekir bi wan re hene, ji wan 115 rojane dermanan bi kar tînin.

Emar destnîşan kir ku dermanên nexweşiya Şekir li gel wan pir kêm e û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Welatiyê bi navê Eslan Horîk Heyder ji gundê Ûga yê girêdayî navçeya Bilbilê ye. Eslan bavê 5 keçan nexweşiya şekir pê re heye dibêje ku beriya sal û nîvek şekir li gel wî bilind bûye, di encamê de baş nabîne û lingî wê hate jêkirin,hedr wiha di lingê xwe yê rastê de diêşe.

Bijîjîkê Nexweşiyanê Hinavîn û Dil Ebdulqadir Hesko got, "Em li nexweşxaneya Avirîn a kun û li Şehba hatiye avakirin dixebtin, derferên kêm in, taytet dermanên nexweşiyên şekir."

Ebdulqadir Hesko banga li rêxistinên mirovî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û di zûrtirin dem de alîkariyan bişînin.

(bb)

ANHA