′Fikrên Zanîngeha Rojava ji bo cîhanê fikrekî nû ye′

Endamên şandeya Rojavayî yên ku serdana Zanîngeha Rojava kirin ji ajansa me (ANHA) re axivîn û diyar kirin ku Zanîngeha Rojava ji cîhanê re fikrekî nû ye, ji ber ku ew fikrên Burokrasiyê mîna zanîngehên din nade.

′Fikrên Zanîngeha Rojava ji bo cîhanê fikrekî nû ye′
26 nîsan, 2018   11:59

EHMED SEMÎR – HOGIR NECAR / QAMIŞLO

Nûçeghanên ajansa me ANHA`yê nêrîşa şandeya Rojavayî ku serdana Zanîngeha Rojava kiribûn girtin. 

Çalakvana Mafê Jinê Havîn Konşer destnîşan kir ku ew dixwazin fikrên hemû zaningehan di aliyê naskirin û perwerdeyê de biguherin, hemû pêkhateyên civakê nêzî hev bikin, ji bo avakirina hêzeke girêdayî û xurt. Her wiha Havîn got ku ji bo azadî û demokrtiyê pêwîste nîqaş di zanîngehan  de were kirin.

Havîn di berdewamiya axaftina xwe de got,"Hêzên desthildar  li ser gelê Kurd sîstema xwe ya desthilatdarî feriz kir. Ji ber vê yekê em dixwazin ku wan fikran li ser gelê Kurd rakin. Nîqaşên bi vî awayî li akademî û Zanîngeha Rojava  pir giring e."

Havîn destnîşan kir ku 60 pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene, 13 ji wan di girtîgehê de nivîsandiye û di pirtûkên xwe de rewşa hemû cîhanê nirxandiye û wiha pê de çû,"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser perwerde û pêşxistina wê di nava gelan de nivîsandiye. Dewletên dêktator li ser afirandina zihniyeteke yek reng xebitîn. Roj bi roj pêwîste her kes xwe nû bike û projeyên ku civak jê sûd bigre biafirîne.ʺ

Havîn diyar kir ku pêwîste civak zêdetir zane bibe û beşên civakê û xeyalên xwe fireh bike. Havîn got ku ji sala 1999`an Rêber Ocalan di girîgehê de têdikoşe û ev 3`ê sal in ku tu agahî jê nayên girtin û wiha dewam kir,ʺRêber Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest têdikoşe.ʺ Her wiha Havîn bi lêv kir ku gelê Ereb tevî ku dewletên wan hene lê ew ne azad in lê gelê Kurd ji bo ku gavekê ber bi azadiyê ve bavêje pêwîste di aliyê ziman û fikr de xwe azad bike.

Havîn diyar kir ku di cîhanê de gelek tevger, rêxstin û rewşenbîr ji bo azadiya gelan tekoşînê dikin lê hemû tiştên ku diqewimin li ser hesabê gelê Kurd û axa wî tê kirin.

Her wiha Havîn tekez kir ku fikrê Rêberê Gelê Kurd ji gelê Kurd re derd û derman e ji ber ku her kes li hemberî wan şer dike û Rêber Ocalan çareseriya vê yekê gotiye, ji ber vê yekê pêwîste gelê Rojava li hember êrîşên derve yekîtiya xwe ava bike.

Di dawiyê de Havîn destnîşan kir ku armanca wan ji serdana Zaningeha Rojava ew e ku hemû beşên civakê, rewşenbîr, tevger û rêxistin bînin gel hev û fikrên xwe ne tenê ji bo Rojava lê belê ji bo Berazîliya jî pêş bixin.

Şandeya Rojavayî serdana Zaningeha Rojava ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo kir û nerîna xwe li ser sîstema perwerdeyê nerînên xwe bidin û her wiha nerînan bighînin zaningehên derve yên Rojava.

Mamosteyê dibistana Aborî  li Londinê Devid Kerpir got ku beriya 3`ê salan serdana Rojava kiriye û ev cara duyemîn ku serdana Rojava dike. Kerpir diyar kir ku vê carê ji bo ku fikra  avakirina Zanîngeha Rojava nas bike hatiye Rojava û wiha pê de çû,"Pêwîste ez waneyên zanîngehê bibînim. Min tiştek li vê derê dît pir bala min kişand mîna ji nûve dayîk bûnê ye. Gelek kes fikrên demokratîk weke zerar ji xwe re dibînin. Lê hemû zanîngehên me li Ewropa û Emerîka tu tiştê wisa lê tune ye ji ber vê yekê Burokrasiyê ne."

Di dawiyê de Kerpir got ku li her derê xwendekar ji xwendinê ditirse, tu derfet jê re namîne ku li ser xwe bifikre, her wiha hertin ji ezmûnan ditrse ji ber vê yekê got ku ew bi hêviyê ku vê yekê li vê derê nebîne.

(bx)

ANHA