YPG: Qereçox wê bibe mîrasa her kesê aşiqê azadî û jiyanê

Fermandariya Giştî ya YPG`ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî û got,ʺTevî zulim, zordarî û stemkarî wê berxwedana gelan dewam bike û Qereçox wê bibe mîrasa her kesê aşiqê azadî û jiyanê.ʺ

YPG: Qereçox wê bibe mîrasa her kesê aşiqê azadî û jiyanê
26 nîsan, 2018   10:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi wesîleya salvegera yekemîn a êrîşa dewlete Tirk a dagirker li dijî Çiyayê Qereçox, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî wiha ye:

ʺTevî zulim, zordarî û stemkarî wê berxwedana gelan dewam bike û Qereçox wê bibe mîrasa her kesê aşiqê azadî û jiyanê.

Îro em bi serbilindî şehîdên xwe ku lûtkeya Qereçoxê ew hembêz kirin bi bîr tînin. Şehîdên me ji tevahî cîhan û dijminan re îsbat kirin ku em ê bibin mertla xûrt li dijî teror û sûcdaran. Di demeke ku hêzên me şerê terorîsta cîhanîʺDAIŞʺdi ʺPaytexeta Xîlafeta Terorîst Reqaʺ dikir, balafirên dewleta Tirk û li pêşiya çavên cîhanê êrîşî lûtekeya Çiyayê Qereçox ku bi sedan şervan û fermandarên QSD`ê ku roleke wan a çalakî di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de hebûn, têde  bûn, kirin.

Ev êrîşa xadir a li dijî Çiyayê Qereçoxê wekî gelek kiryarên dewleta Tirk a binpêkirina zagonên navneteweyî ye, herwiha ev êrîş wekî nameyekê ji terorîstên li Reqayê bû ku bêjeʺEm bi we re ne û vaye em hêza ku li dijî we şer dike, yek ji navendên fermandariya wan ku şer li wir tê birêvebirin hedef digrinʺ ev yek jî nameyeke zelal ji Erdogan ji bo alavên xwe yê terorîst li Reqayê bû.

Tevî pîlana Erdoganê zordar biserneket, lê komployên wî li dijî gelê me dewam dike. Erdogan û bi hevgirtina Rûsya  êrîşeke hovane li dijî gelê me li Efrînê destpê kir û gel ji axa wî da koçberkirin. Ev yek jî diyar dike ku Rûs û Erdogan dest bi pîlana guhartina demografiyê li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê ku şerên dijwar li wir rû didin, kirine. Armanc ji vê pîlanê ew ku demografiya herêmê biguhrin, hevsengiya li Sûriyê xerab bikin, bi rêya vekirina eniyeke nû li Efrînê destekê bidin terorên DAIŞ`ê li Dêrazorê û bi vê yekê re derbeyekê li projeya demokratîk li Sûriyê bixin.

Êrîşa teror li ser Çiyayê Qereçox û guhartina demografiyê li Efrînê komploya şikandina îradeya şoreşa civakê li Sûriyê li hemberî terora cîhanêʺDAIŞʺ û hêzên serdest û keyzbazên îradeya gelan ku hewl didin sîstema xwe ya zordariyê li ser gelên herêmê bidin meşandin.

Me ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku tevî êrîş û komployan li dijî hêz û gelê me, em ê rêya berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Rêxistinên terorîst li herêmê û alavên wan ên mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û çeteyên terorîst nikarin îrade û hêza me bişkînin. Me parastina nirxên mirovahî kir û em heta niha dikine jî û em ê ji cîhanê re rastiya rêxistinên terorîst ên wekî sîstema Tirk ku piştgiriya terorê û terorîstan dike, eşkere bikin. Erdoganê ku cîhan tevahî li hemberî sûcên wî li Efrînê bêdeng bû, terorîstan li derdora xwe kom dike û wekî tehdîd li dijî dewletên cîhanê û gelên azad bi kar tîne.

Em wekî YPG`ê careke din şehîdên xwe bi bîr tînin û em soz didin wan û gelê xwe em ê tola wan rabikin û heta pêkanîna armancên şoreşa me ya jiyana hevbeş û pêkanîna sîstemekî wekhev ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bike, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Herwiha em ê rêya azadiyê bişopînin û têkoşîna xwe bilind bikin ta rizgarkirina Efrîn û Dêrazorê ji terorîst û dagirkeriya Tirk.ʺ

(kc)