Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî diyar kirin ku Rûsya moşekên S 300 radestî rêjîma Sûriyê kir, her wiha bal kişandin ser hevîdtinên Trump û Marcron, daxuyaiyên Macron ku dibêje bombeyên nukleer li gel Îran nîn in. Rojnameyan hewldanên El-Abdî ku hemleya xwe ya propogendayên hilbijartinên xwe derbasî herêma Kurdistanê bike û projeya nûnerê nû yê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê û pêşveçûnên li Filistînê girtin dest.

Rojeva rojnameyên Erebî
26 nîsan, 2018   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji mijarên girîng ên ku di rojeva rojnameyên Erebî bûne manşêt; Rûsya li hemberî rojava disekine û moşekên S 300 dide rêjîma Sûriyê. Hevdîtinên Trump û Macron, El-Ebadî hewl dide poropogendayên xwe yên hilbijartinan li herêma Kurdistanê jî bike, her wiha pêşketinên li Yemen û Filistînê.

Fermandarê QSD: Em amade ne bi hêzên Erebî re bibin hevkar

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset bal kişand ser hevdîtinên Fermdarê  QSD‘ê Mezlûm Kobanê û nûnerên Serokê Amerîka di Odeya Koalîsyona Navdewletî Brett McGregor ku beriya 10 rojan pêk hatî nûçeyek bi sernêav " Fermandarekî Hêzên Sûriyeye Demokratîk: Em amade ne bi hêzên Erebî re bibin hevkar " weşand.

Di nivîsê tê gotin ku Mezlûm Kobanê Fermandarê Giştî yê Hhêzên Sûriyeye Demokratîk ji bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriye ye serkêşiya hêzeke leşkerî ji 60 hezarî çekdaran pêk tê dike, diyar kir ku wî beriya deh rojan civîneke berfireh bi nûnerê Serokê Amerîka di Odeya Koalîsyona Navdewletî Brett McGregor re lidar xist, da ku mijara daxuyaniyên Trump ên derbarê vekişandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê  gotûbêj bikin û diyar kir ku wî ji Brett McGregor diyar kir ku Rêveberiya Amerîka di pêvajoya avakirina biryarê de ye û ew amade ne bi hêzên Erebî re bibe hevkar dema ku Amerîka hêzên xwe vekişîne.

Di berdewama nûçeyê de hate gotin ku Mezlûm got, ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bargeha Encerîk a Tirkiyê bi aliyên Tirk û Amerîkî re civiya û ji wan xwest ku Yekîneyên Parastina Gel fermî beşdarî şerê rizgarkirina Minbic bibe û aliyên Tirk jî daxwaza wan erê kir. Mezlûm Ebdî ku bi navê Mezlûm Kobanê tê naskirin jî diyar kir ku QSD‘ê ji 60 hezar şervanan pêk tê, hêzên zerevanên sînor ku ji 30 hezarî pêk tê ava kirin û li ser sînorê bi Tirkiyê li bakur û bi sînorê Iraqê re yên li hemberî herêmên DAIŞ‘ê li rojhilatê Sûriyê û dirêjahiya xeta başûrê Çemê Firatê yên di bin serseriya rêjîmê de belav kirin û destnîşan kir ku hîna bi dehhezaran km2 ango qasî ferehiya Lubnanê di destê DAIŞ de ye.

Rûsya li hemberî welatên rojava disekine û moşekên S 300 dide rêjîma Sûriyê

Rojnaemyên Erebî diyar kirin ku Rûsya moşekên S 300 radestî rêjîma Sûriyê kir, girêdayî mijarê rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Mosko li hemberî welatên rojava disekine û « S 300» dide Şamê" weşand. Di nûçeyên de tê gotin ku Serokê Rêveberiya Operasyonên Sereke yê Desteya Giştî Erkan a Hêzên Çekdar a Rûs Sergey Rodsko diyar kir ku  welatê wî dê di demeke aciz de moşekên  « S 300» ji Sûriye re bişîne û vê yekê wekî berisva êrîşên DYD‘ê, Birîtanya û Fransa ya di navîna vê mehê ku li dijî pargehên rêjîma Sûriyê pêkhatî destnîşan dike."

Di Kongreya Brukselê de encamên mutewazin û tîma lêkolînê cardin li  Dûma ye

Rojnameya El-Heyat jî nûçeyek bi sernavê "Di Kongreya Brukselê de encamên mûtewazinû tîma lêkolînê careke din Dûma dişopîne" weşand. Li gorî nûçeyê " Bi sedema ku Kongera Welatên Alîkar ku du rojan li Brukselê dom kir, pereyên ku Neteweyên Yekbûyî dixwest ji bo koçberên Sûriyê were komkirin, bi ser neket û tenê 4.4 Bîlyon Dolar kom kir, Wezîrên Kardên Derve yên welatên grantor Rûsaya, Tirkiyê û Îran dicivin. Li aliyekî din jî Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyewî diyar kirin ku tîma lêkolînê serdana deverek din li bajarê Dûma yê Sûriyê kir û delîlên ku bikaribin mijara bikaranîna madeyên jehrê yên qedexekirî kom kirine."

5 Welat li Parîsê dicivin da ku tevkariya çareserkiriya aloziya Sûriyê zindî bikin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "5 welatê ji bo « zindîkirina tevkariyê» çareserkirina aloziya Sûriyê îro li Parîsê dicivin" weşand û got " Li gorî Wezareta Karê Derve ya Fransa yê û wekî hewldaneke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nûnerên Fransa, DYA, Birîtanya, Erebistana Siûdî, Urdum îro pêncşemê dicivin. Derbarê nûnertiya li ser asta Amerîkayê agahî nehatin zanîn, nexasim ku Wezîrê Karê Derve yê nû Mike Pompeo ku ji aliyê Dunald Trump ve hatiye erekedarkirin hîn li benda Kongres e ku wî erka wî qebûl bike."

Hevdîtinên Trump û Macron

Rojanemeyên Erebî her wiha cih dane hevdîtinên Trump û Macron ku li Washingtonê pêk hatî. El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Civîna Trump- Macron: Derbarê Sûriyê de pêşketin, Îran li cihê xwe dimîne" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Macron ji bo iqnakirina Turmp ku vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê paş bixîne bi serket da ku rê li ber Îran venebe ku ber bi Deryaya Spî berfireh bibe. Serokê Amerîka di civîneke çapemeniyê li gelê lîderê xwe yê Fransî got: «DYA dixwaze ji Rojhilata Navîn vekişe, lê divê dewletên zengîn li herêmê alîkariya wê bike û lêşkerên xwe bi cih bikin, em dixwazin zarên xwe li DYA‘ê vegerînin. Lê em dixwazin li hemberî zêdegaviyên Îranê ber bi Deryaya Spî bisekinin."

Rojnameyê ji aliyên nêzî Serokê Fransa destnîşan kir ku Fransa di vê mijarê de bi serket, ku Macron dikarî Trump iqna bike ku vekişandina hêzên Amerîkî tê wateya ku Îran cihê wê bigire. Her wiha hate diyarkirin ku Serokê Fransa bi Trump re mijarê tevkariya xurtkirina kar ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî gotûbêj kirin."

Macron piştî hevdîtinên bi Trump re: Li gel Îran bombeyên nukeerê nîn in

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset girêdayî Îranê nûçeyek bi sernavê "Macron: Li gelê Îranê bombeyên nukleerê tunene" avêt. Li gorî nûçeyê,"Serokê Fransayê Emmnuel Macron duh di xîtabeke xwe de bi zimanê Inglîzî ji 45 xuleyan li pêşberî Kongres diyar kir ku ti bombeyên nukleerê li gel Îranê. Macron ku ji aliyê endamên Kongres ve bi germahî hate pêşwazîkirin got: « Derbarê Îran de, armanca me zelal e, divê çekên nukleer li Îranê, ne niha, ne piştî 5 salan, û ne jî piştî 10 salan nebin» endamên Kongres ji ber axaftina Macron li çepkan dan."

El-Abdî hemleya xwe ya propogendayên hilbijartinan li herêma Kurdistanê dike

Derbarê amadekariyên hilbijartinên Iraqê û hemleyên propogenda, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "El-Abdî li Kurdistanê ye û çavên wî li kursiyên parlementoyê ye" avêt. Di nûçeyê de tê gotin, "Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî duh bi şev serdana bajarê Silêmanî kir. Serdama El-Ebadî ji bo Silmanî cara yekemîn piştî refernduma serxwebûnê pêk hat. El-Abadî kongreyek ji bo hilbijartina lîsteya xwe lidar xist û propogendaya hilbijartinên xwe li ser dîwaran dikir. Kêm caran derdikeve ku partiyên Ereb lîsteyên xwe li herêmên din bikin. Rexmî ku Teyar El-Hikma ya ku Emar El-Hekîm serkêşiya wê dike li her sê bajarên herêma Kurdistanî lîsteya hilbijartinan ragihandin bû."

Projeya nû ya ji bo Yemenê.. qonaxeke demkî bi hilbijartinan bi dawî bibe

Derbarê Yekemê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek di bin navê "Asoyên projeya Gurffeth ji bo Yemenê: Qonaxeke demkî bi hilbijartinani bi dawî dibe" weşand. Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan girtibûn diyar kir ku ji projeya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê nû ji bo Yemenê Martin Gurffeh 3 xalên sereke derdikevin û got ev xal ji "kişandina çekan, qonaxeke demkî Hûsî jî beşdarî hikûmetê werin kirin û hilbijartin."

Heniyê: Meşên vegerê wê bibe xeta Filistîniyan

Derbarê Filistînê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêtên cûda avêtin. Ji wan "Şer dighêje Qudis a dagirkerî..Desthilatdariya dagirker hemleyên girtinê pêk tînin" û El-Heyat jî sernavê " « Hemas» « Meşa Vegerê» berfireh dike… heta ku« Peymana Serdemê» hilweşe" avêt. Rojnameyê li ser zimanê Serokê Buroya Siyasî ya Tevgera « Hemas» Isamîl Heniyê got « Meşa Vegerê wê bibe xeta Filistîniyan» û dê heta 15 Gulanê bighêje asta herî jor û dê berdewam bike, ji ber ku armacnên wê yên stratîjîk û niştimanî hene. Heniyê her wiha got «Li Xezayê rexmî birçîbûn, perîşanî, ambargo û cezayan jî bi dehhezaran, na bi sedhezaran beşdarî meşan dibin». Heniyê destnîşan kir « meşê di hefteya 5 emîn de gelek armancên xwe pêk anî. Filistîn û doza wê zindî kir û ambargoya li ser Xezayê derxist pêş.»