Hîba…Bawerî, hêvî û îrad e

Astengiya zaroka 10 salî Hîba El-Sewas li ber wê nebû kelem û bi îradeya xwe behreya xwe pêk anî û didomîne.

Hîba…Bawerî, hêvî û îrad e
26 nîsan, 2018   06:54

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Zaroka 10 salî Hîba El-Sewas a ji bajarê Reqayê ji herdû destên xwe xwe asteng e û nikare wan bilivîne. Hîba di malbatek ku ji 9 kesan pêk tê li taxa El-Şeîb a Reqayê de jiyan dike.

Hîba tevî ku astendar e û nikare destên xwe bilivîne jî çû dibistanê û bi ji bo nivîsandinê lingê xwe bikar tîne. Hîba wekî hemû zarokên din diçe dibistanê. Malbata Hîba wê di dibistanê de qeyd kirin, da ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe, her wiha bi zarokên din re bilîze.

Mamosteyên Hîba di refê de jê re cilek li erdê danîn li ser rûndinê, bi lingê xwe nivîsên xwe û erkên xwe yên dibistanê pêk tîne. Li malê jî erkên xwe bi lingê xwe dinivîse.

Ji ber hezkirina wê ji perwerde û dibistanê re nerîna wê fireh e û di dibistanê de zîrek e. Ji ber rewşa malbatê û xizaniya jiyan dikin, nikarîbûn ji HÎba re emeliyatê çêbikin. Tevî rewşa Hîba ji gelek rêxistinan re pêşkêş kirine, lê tu alîkarî ji tu aliyan wernegirtine.

Hîbe El-Sewas derbarê rewşa xwe de ji ajansa me re axivî û got ku ew hêvî dike ku cîhan bangên wê bibhîse û alîkariyê jê re pêşkêş bikin ku ji astengiya xwe xilas bibe û careke din wekî zarokên din jiyan bike.

Hîba her wiha ji hemû zarokên din re hêvî kir ku karibin bi hêsanî biçin dibistanê û ji wan xwest ku divê ji astengiyên jiyanê re teslîm nebin.

Mamosteyê Hîba Ibrehîm Ismaîl derbarê rewşa ev tişt anî ziman,"Di Rojhilata Navîn de ya duyemîn de ku di vê rewşê de bi îradeya xwe perwerdeya xwe didomîne. Di nava hevalên xwe de jiyana xwe ya civakî didomîne. Di dibistanê de jî xwe isbat kiriye. Hiba hêvî dike ku emeliyat ji destê wê re were çêkirin, da ku wekî hevalên xwe yên din jiyan bike."

Mamosteyê Hîba, di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya malbata Hîba bikin, da ku karibin wê derman bikin û ji astengiya xwe xilas bibe.

(dc)

ANHA