Rejîma Îranê dîsa êrîşî kolberan kir;kolberek birîndar bû

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de êrîşê kolberan kir û kolberek birîndar bû. Her wiha heya niha çarenûsa 5 kolberên Merîwanê nediyar e.

Rejîma Îranê dîsa êrîşî kolberan kir;kolberek birîndar bû
26 nîsan, 2018   07:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Çil Mir Şehîdan ê girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîşê kolberan kir û kolberek birîndar bû.

Navê kolberê birîndar bûyî Mîhrab Sadiqî Esl û xelkê bajarê Urmê ye. Gule bi sing û lingê wî ketine û rewşa wî girane. Mîhran Sadiq Esl rakirine nexweşxaneya Urmê û heya niha jî di bin kontrola doktoran de ye.

Hêjay gotinê ye ku esnaf û kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê ji ber zilma hikûmeta Îranê li ser kolber û kasibkaran, 12 rojin dest bi greva giştî kirine, dikan û bazar girtine.

Greva giştî bi pêşengiya Bane û Ciwanro weke nerazîbûna li dijî girtina sînorên kolberan, bilindbûna nirxê bac û gomirkê destpê kir û piştre belavî bajarên Merîwan, Seqiz, Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Ji ber girtina sînoran ji aliyê hikûmeta Îranê ve, bûye sedem kolber serî li rêyên zehmet û metirsîdar bidin û ji bo debara jiyana xwe hemû cûre metirsiyên rêyên zehmet digirine berçavan.

Her ji ber êrîşên hêzên rejîma Îranê 5 kolberên xelkê bajarê Merîwan roja Yekşema buhrî ve winda bûne û heya niha der barê wan de ti agahiyek nehatiye girtin. Çarenûsa wan nediyar e.

(kc)