ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2018

 ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2018
24 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şehîd Diyar Şermox dikin. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di bin dirûşmeya ʺNeteweya demokratîk bersiva hemû qirkirinan eʺ Rêveberiya Xweser a ji bo bîranîna komkujiya Sêfo û qirkirinên li dijî gelê Efrînê civînekê li dar dixe. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Şêxê Eşîreya Birêc Emîr El-Xabûr diyar kir ku ew tu carî dagirkeriya dewleta Tirk û itîfaqên wan ên li dijî gelê Sûriyê ku bi hin dewletan re pêk tê qebûl nekin. El-Xabûr, da zanîn ku dewleta Tirk û hevalbendên wê xaka Sûriyê parçe dikin û got ku ew ê rê nedin Tirkiyê siyasetên xwe li ser gelê Sûriyê ferz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Suryaniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker gelên herêmê di bin diruşmeya ol de tune dike û destnîşan kirin ku komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê pêk tîne, berdewama komkujiyên berê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Komîteya Lêpirsînê ya navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî di 6 mehan de 150 doz çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Li kampa ʺBerxwedanʺ û gundewarên Kantona Şehbayê zêdeyî 100 nexweşên laşmaniyayê hatin dermankirin. Kadroyên Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneya Avirîn banga destekdayîna dermanan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêxistinên mirovî kampa Til Bêya ya dikeve bakurê bajarê Reqayê paşguh kirine bi şêniyên kampê re nabin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Werecan Sheqyan (65) ku 7 apên wî bi jin û zarokên wan re, di qirkirina gelê Ermanî ya 1915’an de hatîn serjêkirin û bavê wî birîndarî di bin cenazeyan de xilas bû, diyar kir ku sûcê wan ew bû ku Ermenî bûn û got, “Dewleta Osmanî dixwest dewletek Tirk  ava bike, ji ber wê dixwest koka me biqelîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN) 

HEVPEYVÎN 

*Akademîsyen, Lêkolînerê Rewşa Tirkiyê û Mudîrê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr Mihemed Nûredîn diyar kir ku wê hilbijartinên Tirkiyê ne adil û saxlem bin û destnîşan kir ku di rewşa berdewama rewşa Awerte, her wiha girtina siyasetmedar û rojnamavanan wê pêkanîna hilbijartinên adil pir zehmet be.

DOSYA

*Ji destpêka nakokiya li ser desthiladariyê ku di dîroka mirovahiyê de pêk hat û heta niha komkujî û tunekirina gelan pêk tên. Heger em li dîroka ne pirs dûr vegeriyan em ê komkujiyên herî hovane yên li dijî gelên bi ewle pêkhatin, bibîn in, Komkujiya Ermeniyan a di  24'ê nîsana sala 1915'an de bi destê Osmaniyan pêk hat bû sedema tunekirina milyonek û nîv mirov.

ANHA