Eşîreya El-Birêc: Em ê rê nadin dewleta Tirk ku xwe li me feriz bike  

Şêxê Eşîreya Birêc Emîr El-Xabûr diyar kir ku ew tu carî dagirkeriya dewleta Tirk û itîfaqên wan ên li dijî gelê Sûriyê ku bi hin dewletan re pêk tê qebûl nekin. El-Xabûr, da zanîn ku dewleta Tirk û hevalbendên wê xaka Sûriyê parçe dikin û got ku ew ê rê nedin Tirkiyê siyasetên xwe li ser gelê Sûriyê feriz bike.

Eşîreya El-Birêc: Em ê rê nadin dewleta Tirk ku xwe li me feriz bike  
24 nîsan, 2018   05:09

XALID EL-CUMA / REQA

Şêxê Eşîreya El-Birêc a herêma Reqayê Emîr El-Xabûr derbarê siyasetên dewleta Tirk ên dagirkerina xaka Sûriyê ji ajansa me re axivî û got ku dewleta Tirk bi itîfaqên xwe ku bi hin dewletan re saz kir, siyaset û pîlanên xwe di Sûriyê de feriz kir  û ev tişt anî ziman: "Em wekî şêniyên Sûriyê em ê tu carî destwerdana hêzên derve û pêkanîna siyasetên xwe li ser gelê me qebûl nekin. Bi taybet dewletek wekî dewleta Tirk ku dîroka wê reşe û li dijî gelên herêmê gelek bûyerên qetilkirin û komkujiyan pêk aniye."

Emîr El-Xabûr di berdewama axaftina xwe de jî got ku dewletên derve li dijî gelê Sûriyê itîfaq bûne û wiha dom kir: "Titşên dewletên derve bê agahiya gelê Sûriyê li ser lihev dikin, wê sernekeve. Em hemû itîfaqên wan ên bi armanca parçekirina xaka Sûriyê pêk tên red dikin. Em dixwazin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin."

El-Xabûr her wiha tekez kir ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş  bi hev re jiyan dikin û wiha pê de çû: "Tu alî nikarin di navbera pêkhateyên Sûriyê de tevlîheviyê derbixin. Civaka me bi hevgirtina xwe terorist li herêmê têk birin."

 Şêxê Eşîreya El-Birêc a herêma Reqayê Emîr El-Xabûr di dawiya axaftina xwe de jî got ku bajarê wan Reqa û derdora wê bi saya berxwedana şervanên QSD'ê hate rizgarkirin û bibîr xist ku li Reqa niha xebatên ji nû ve avakirinê hatiye destpêkirin.

(dc)

ANHA