'Komkujiyên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê berdewama komkujiya Sefo ye'

Suryaniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker gelên herêmê di bin diruşmeya ol de tune dike û destnîşan kirin ku komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê pêk tîne, berdewama komkujiyên berê ne.

'Komkujiyên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê berdewama komkujiya Sefo ye'
24 nîsan, 2018   04:12

RÊNAS REMO-KADAR IBREHÎM/QAMIŞLO

Surniyan û ermeniyên Tirbespiyê bi boneya salvegera komkujiya ermeniyan a sala 1915'an ku dewleta Osmanî li dijî gelên ermenî, asûr, çerkes û suryaniyan pêk anîn, ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê ermenî yê binavê Rabî Moro derbarê mijarê de got ku komploya  li dijî eremenî, suryan, asûrî û çerkesan pêk hat û ev tişt naî ziman: "Ew pîlan bi erêkirina Elmaniyan pêk hat, rewşa Tirkîtiyê li Tirkiyê pêk anîn. Komkujiyê di encama bê dengiya civaka navdewletî de pêk hat, wekî çawa qetilkirina bi sedan şêniyên Efrînê di nava bê dengiya civaka navdewletî de pêk hat. Em îro dibînin ku neviyên Osmaniyan li Bakurê Sûriyê komkujiyan pêk tîn in."

Welatiyê bi navê Tair Ishaq jî derbarê mijarê de got ku dewleta Osmanî komkujiya "Sêfo" li ser esasê siyaseta tunekirina gelan pêk hat û wiha dom kir: "Armanc jî ew bû ku dewleta dagirker herêmê bixe destê xwe. Tiştê beriya zêdeyî sed salî pêk hat, îro li Şengalê û Bakurê Sûriyê pêk tê. Dewleta Tirk a dagirker di riya çeteyan siyasetên xwe li herêmê feriz kirin. Gelê herêmê dagir kirin."

Welatiyê bi navê Corc Yûsif jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker her dem olê ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên qirêj bikar tanîn. Di komkujiya sala 1915'an de jî komkujî di nava bê dengiya navdewletî û cîhanî de pêk anîn, niha jî li Şengalê di riya şandina çeteyên DAIŞ'ê komkujî pêk anîn."

Yûsif bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê kir ku yekîtiya xwe li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ku berdewama Osmaniyan e xurt bikin û ev tişt anî ziman: "Hemû rêbazan ji bo derbkirina gelê herêmê pêk tîn in. Dewleta Tirk ne tenê gelê kurd hedef digre, lê belê xiristiyan jî qetil dike, dixwaze welatê me Sûriyê binpê bike."

Welatiya bi navê Suad Melko jî got ku dewleta Tirk a dagirker olê di pêkanîna siyasetên xwe yên tunekirina gelê herêmê bikar tîne û wiha dom kir: "Heger ermen xiristiyan bûn, kurd û ereb misliman in. Ev yek tekez dike ku dewleta Tirk dixwaze hemû pêkhateyên herêmê tune bike."

(dc)

ANHA