Şêx Îsa: Bila gelê Efrînê bi îdîayên dagirkeriya Tirk neyên xapandin

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa bang li gelê Efrînê kir ku bi derewên ragihandina Tirk neyên xapandin û wiha got, ʺÇawa baweriya me bi artêş û çeteyên ku Efrîn rûxandin were?.ʺ

Şêx Îsa: Bila gelê Efrînê bi îdîayên dagirkeriya Tirk neyên xapandin
20 nîsan, 2018   05:48

CEFER CEFO-ROZANA DADO / ŞEHBA

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa derbarê îdîa û derewên dewleta Tirk a dagirker de axivî. 

Şêx Îsa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirk di çapemeniya xwe de dide xuyakirin ku Efrîn qet nehatiye rûxandin û rastî bombebaranê nehatiye. Şêx Îsa wiha domand, ʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bang li gelê Efrînê dikin ku vegerin warên xwe û îdîa dikin ku ew ê di hemû aliyan de xizmeta gel bikin. Armanca ji vê yekê rewakirina dagirkeriyê ye.ʺ  

Şêx Îsa bal kişand ser kiryarên kuştin, girtin û destdirêjiya li ser jinan ên ku artêşa dagirker bi serê gelê Efrînê dikin û wiha domand, ʺDagirkeriya mal û milkên gelê Efrînê talan kirin. Ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirk metirsî li ser jiyana gelên ku di bajar de asê mane, heye.ʺ

Şêx Îsa bang li gelê Efrînê kir ku bi derewên ragihandina Tirk neyên xapandin û wiha axivî, ʺÇawa em ê bikaribin bi artêşa ku Kantona Efrînê bi top û balafiran rûxandin, bawer bin.ʺ

Şêx Îsa di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew li hember planên dagirkeriya Tirk hişyar in û hewl didin bi hemû hêza xwe xizmeta gelê xwe yê Efrînê bikin.  

(mm)

ANHA