Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê

Herdem çavên wê bi hêvî bûn, li ser riwê wî yê bi ken herdem hêzî diyar dibû, mural li hebû hevalên xwe belv dike. Hogir Qehreman yek ji lehengên ku hêmana bingeha şoreşa Rojava danî.

Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
Hogir Qehreman.. Pêşengê şoreşê û şehîdê azadiyê
20 nîsan, 2018   05:21

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Bê gumdn her gelek ku rêveberiya şoreşê bike, divê li dijî rêjîmên dîktator û zalim liber xwe bidin û riya azadiya xwe bi fedekarî û xwînê nîşan bidin.

Ev rastiya bingehîn a şoreşên di serdema me de geşbûne. Şêniyên Cezairê heta welatê xwe ji dagirkeriya Firansa rizgar kirin, milyonek şehîd dan. Ev milyonek şehîd bûn pira ber bi azadiya welatiyê xwe de.

Di şoreşa Rojava ku di sala xwe ya 6'an de hîn jî geş e û berxwedanek bê hempa li seranserî Rojava Bakurê Sûriyê hatiye pêşxistin bi hezaran welatiyên herêmî di qadên berxwedanê de tekoşîn kirin û heta asta şehadetê de fedekarî pêk anîn.

Em ê îro jî yek ji lengehên şoreşa Rojava Hogir Qehremanê ku yek ji tekoşerên di destpêka şoreşê de bû yek ji hîmên bingehîn ên şoreşa Rojava.

Hogir Qehreman (Mîtan Bawer) yek ji şervanên pêşeng ên cihê xwe di tekoşîna rizgarkirina bajar û gundên Rojava ji rêjîma Baas de girt. BI fedekarî cihê xwe di gelek şerên li dijî rêjîma Baas a Sûriyê de girt. Ji şerê wî yên bingehîn, berxwedana rizgarkirina Gir Zîro bû. Di heman demê ji bo parastina herêma Cizîrê ji êrîşên Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê di gelek çalakî  û şeran de cih girt.

Jiyana malbata Hogir

Malbata Hogir di salên 80'yî yên vê sedsalê de Tevgera Azadiyê nas kir û pê bi bandor bû. Malbat di rewşa xizaniyê de jiyan kir, lewma gelek caran di nava zeviyan û xwedîkirina pez de geriyan. Wiha debara xwe ya jiyanî pêk anîn.

Malbata Şehîd Hogir Qehreman ji Bajare Dêrikê ya kantona Qamişlo ye. 10 zarokên malbatê hen, Hogir di sala 1989'an de hate dinê û ew kurê 8'an ên malbatê ye. Navê bav Mihyedîn û navê Dayîkê Helîme ye.

Malbata Şehîd Hogir wekî hezaran malbatên din ên kurd di encama siyasetên rêjîmê de bê nasname hatin hiştin. Ji ber xizanî ku di encama siyaseta dewletê li ser herêmên kurdî didan meşandin malbata Şehîd Hogir wekî gelek malbatên din ên kurd li gelek bajarên Sûriyê geriyan da ku debara xwe ya jiyanî pêk bîn in.

Şehîd Hogir xwedî kesayetek bi hêz bû, mural dida derdorê , ji zarotiya xwe ve ji xwedîkirina pez û sewalan hez dikir. Xwendina xwe ya seretayî tenê sê salan xwend, ji ber di nerîna wan de ew  bê nasanemene derfetên xwendinê li pêşiya wî ne vekirî bû.

Di sala 1997'an de malbata Şehîd Hogir ji ber rewşa aborî berê xwe dide Paytexta Sûriyê Şamê. Li vir Hogir û birayê xwe 2 salan di xarîngehan de kar kir, piştî 2 salan malbat vegeriya Dêrikê. Hogir her dem di nava liv û tevgerê de bû da ku qûtê malbatê pêk bîne û debara hemû endamên malbatên pêk bîn e.

Hevêryê Şehîd Hogir Botan Amûdê dervarl kesayeta wî de dibêje ku Hogir xwedî exlaqekî bilind, kesayetek bi displîn û her tişt di dema wê de pêk tanî.

Bi destpêka şoreşê de, xizmeta welat kir esas

Şoreşa Rojava dema nû destpê kir, hêviya azdî û rizgarkiryê ji gelê kurd re mezin kir. Lewma bi hezaran ciwanên kurd tevlî saziyên leşkerî, siyasî û civakî bûn û bûn xwedî roleke mezin di tekoşîna di nava şoreşê de.

Bi destpêka şoreşa Rojava re Hogir û hevalên xwe tevlî xebatên tevgera azadiyê bû, di 4'ê Tebaxa sala 2012'an de tevlî koma yekem a Yekîneyên Xweparastinê (YXK) bû. Piştre berê xwe dan Şamê da ku li wir ciwanan bi rêxistin bike. Demekê li wir tekoşîn di nava ciwan de meşand.

Berayê Şehîd Hogir, Yasir Qehreman bîranînên wî anî ziman û ev tişt anî ziman: "Di destpêka şoreşa Rojava de, Hogir derengî şevê vedigeriya malê, rojekê min hişyarî dayê, ji min acizî bû û ji male derket. Roja din min Hogir li gel Berber dît, min jê re got, ka em biçin malê, hat maçî min kir û soz da min ku dê careke din dereng neyê malê. Vê dawiyê ez hîn bûm ku bi hevalan re, ciwanan birêxistin dike."

Hogir piştî tevlî YXK'ê bû, di Akademiya Şehîd Xebat a Leşkerî û Siyasî perwede dît, piştî dewre bi dawî kir, navê xwe yê kod kir "Mîtan Bawer" û êdî bi vî navî xwe yê nû ket nava xebatên leşkerî yên Rojava.

Dema Hogir nû tevî xebatên rêxistinkirî bû, giraniya erka wergirtiye nas kir û li gorî wê ket nava liv û tevgerê. Hevalê wî yê rê Elî Salih derbarê kesayeta Hogir de ev tişt anî ziman: "Me pir henek dikir, me ji hev re digot, em duh li kur bûn û îro em hatine kur. Ev duniya ecbêbe. Şehîd Hoigr ji min re got 'Em di tecurbeyek nû de ne, divê em ji ezmûnên xwe sûd werbigirin."

Hogir di dema tekoşîna xwe de cihê xwe di şerê rizgarkirina Gir Zîro de girt, her wiha li seranserî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ciwan birêxistin kirin.

Bi guleya xadir şehîd bû

Hogir di qadên şer de tu carî gav paş de ne davêt. Di nava YPG'ê de di şerê li dijî komên çete bi hemû navên wan şer kir. Tu carî gav paş de ne davêt. Carekê fermandarên wî jê xwestin ku ji bo piştgiriyê biçe wekî teqwiye ji komeke şervananên YPG'ê yên rastî êrîşa Çeteyên Cebhet El-Nusra hatine. Derbarê mijarê de hevalê wî Botan Amûdê got ku ew şer li herêma Til Temir bû û wiha dom kir: "Me xwe amade dikir, da ku em biçin Til Temir. Şer li wir giran bû.Ez û Şehîd Hogir bi hev re derketin. Dema em gihiştin me şêniyên gund ji bo parstina wan ji gund derxistin. Di vê navberê de û dema me gundî derdixistin, guleyek li Hogir ket. Gule ji paş ve li Hogir ket. Çete di nava welatiyan de bûn, di encamê de Hogir Şehîd bû.

Malbata Şehîd hogor soz dank u ew ê heta dawî şopdarên xeta Şehîd Hogir bin û dê heta azadî pêk wer, tekoşîna xwe bidomîn in.

(dc)

ANHA