Di demeke nêz de wê ʺKomeleya Turkmenʺ li Minbicê were vekirin

Pêkhateya Turkmen li Minbicê bi armanca jinûva zindîkirina filoklorê xwe û fêrbûna zimanê turkmenî, amadekarjiyên vekirina komeleyekê li bajarê Minbicê dikin.

Di demeke nêz de wê ʺKomeleya Turkmenʺ li Minbicê were vekirin
20 nîsan, 2018   06:40

KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Pêkhateya Turkmen li bajarê Minbicê  bi armanca fêrbûna zimanê Turkmen û jinûva zindîkirina çanda turkmenan, amadekeriyên vekirinaʺKomeleya Turkmenʺdikin. Tê payîn wê komele di 25`ê Nîsanê ango piştî 5 rojên din, wê were vekirin.

Têkildarî mijarê, Endama Desteya Rêveber a Komeleya Turkmen li Minbicê Emel Dada ji ajansa me re axivî û da zanîn ku fikra vekirina komeleyê ew e ku gelê Turkmen komî ser hev bibe û ev komele bibe lêvegerek ji bo turkmenan.

Emel bal kişand ser armancên komeleyê û tişt got,ʺArmanca komeleyê çandî, civakî û jinûva fêrbûna zimanê turkmenî ye. Herwiha zindîkirina kevneşopiyên turkmen ku piraniya wan hatine jibîrkirine. Ji ber ku piraniya malbatên Turkmen li Minbicê derbarê ziman û adetên xwe tiştekî nizanin.ʺ

Emel Dada got ku ders bi zimanê turkmenî dihate dayîn û kesên ji pêkhateyên kurd û ereb ên li ser daxwaza wan xwe fêrî zimanê turkmenî dikin û wiha pê de çû,ʺEv yek têkiliya di navbera hemû pêkhateyên herêma Minbicê xurtir dike.ʺ

Emel bi lêv kir ku ev komele wê piraniya xwe di aliyê civakî de xizmetê bike, her wiha alîkariyê bi malbatên feqîr re bike û bi ciwanên xwedî behre re bibe alîkarî û di hemû aliyan de piştgiriya wan bike.

Di dawiya axaftina xwe de, Endama Desteya Rêveber a Komeleya Turkmen li Minbicê Emel Dada ev tişt got,ʺDi demên pêş de, wê gelek çalakî ne tenê li ser asta Minbicê were lidarxistin, wê li ser asta hemû Bakurê Sûriyê werin lidarxistin. Di heman demê de, wê têkilî bi pêkhateya Turkmen ên li kanton û bajarên din re were danîn û çanda Turkmenan jinûva were zindîkirin.ʺ

(kc)

ANHA