Bawernameyên asta yekem li endamên Koma Orkestra hate belavkirin

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bawernameyênasta yekem li 35 endamên koma Orkestra ya kantona Kobanê belav kir. Perwedeya endaman 6 mehan dewam kir.

Bawernameyên asta yekem li endamên Koma Orkestra hate belavkirin
9 nîsan, 2018   16:08

KOBANÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şahiyek li salona civînan a navendê lidar xist û bawernameyên asta yekem a fêrbûna mûzîkê li 35 endamên Koma Orkestra ya Kantona Kobanê piştî perwerdeya ku 6 mehan dewam kir, belav kir. Bi dehan şêniyên Kobanê beşdarî şahiyê bûn.

Endamên komê di nava 6 mehan de fêrî lêdana alavên muzîkê bûn. Perwedeya wan 6 mehan dewam kir.bawername îro bi şahiyekê li beşdarên perwedeyê hate belavkirin, di şahiyê de stan, Şano û govend ji aliyê koma Kevana Zêrîn, koma Şano ya Baqî Xido û Koma Orkestra  hate pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de bawername li beşdaran hate belavkirin.

(dc)

ANHA