Şêniyên Kobanê Cenazeyê şehîd Elaeldîn spartin axê

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê Endamkê Erka Xweparstinê Elaedîn Nozê yê dema li Reqayê erka xwe pêk tanî şehd bû, li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Şêniyên Kobanê Cenazeyê şehîd Elaeldîn spartin axê
9 nîsan, 2018   15:34

KOBANÊ

Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamên Saziyên Kobanê, Hêzên Ewlekariya Hindir a Reqayê û hêzên Erka Xweparstinê jî di nav de bi sedan welatiyên Kobanê beşdarî merasîma oxirkirina Endamê Erka Xweparastinê Elaedîn Hozê bûn.

Girseya gel ku bê navber diruşmeya dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin, li goristana Şehîd Dicle pêşwaziya cenaze kirin.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê despê kir, paşa şervanên Erka Xweparstinê rêzgirtina leşkerî lidar xistin. Di berdewama merasîmê de Hevserokê Desteya Parastinê ya Kobanê Ismet Şêx Hesen axivî. Di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Elaedîn xwest û ev tişt anî ziman: "Şehîd Elaedîn zewiciye û zarokê wî hene. Lê ev li pêşiya wî ne bû asteng û erka xwe ya parastina welat pêk anî. Em hêza xwe ji şehîdan û felsefeya Rêberê xwe Ocalan digirin, lewma serkeftin para me ye."

Di berdewama merasîmê de her wiha endama Kongreya Star Semîra Hecî Kero jî axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Elaedîn re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Piştî axaftin bi dawî bû, siclê şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan, spartin axê.

(dc)

ANHA