Hejmara qurbaniyên Meşa Veger ya Filistînê derket 34'an

Îro li Xeza û Nablus ên Filistînê 2 welatiyên filistînî ku di êrîşa hêzên Israîlê ya li ser welatiyên Filistînê de yên tevlî Çalakiyên "Meşa Vegerê" bibûn, jiyana xwe ji dest dan. Wiha hejmara welatiyên filistînî yên jiyana xwe ji dest dan derket 34 kesan.

Hejmara qurbaniyên Meşa Veger ya Filistînê derket 34'an
9 nîsan, 2018   16:25

XEZA

Îro 2 ciwanên Filistînî yên di çalakiyên "Meşa Vegerê" di endama êrîşa hêzên Israîlî de birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan. Îro jî 12 ciwan û xebatkarekî tenduristiyê li Xezayê birîndar bûn.

Nûçegîhanê me yê li Xezayê destnîşan kir ku îro ciwanê bi navê Merwan Qedih li Xeza û Mihemed Merşûd li Nabuls ku ji ber êrîşa Arêtşa Israîlê birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest da û da zanîn ku bi vê yekê hejmara welatiyên filistînî yên di çalakiya Meşa Vegerê de jiyana xwe ji dest dane, derket 34 kesan

Îro jî 7 ciwanên filistînî li parêzgeha Refeh a başûrê herêmê û li rojhilatê Bajarê Xeza birîndar bûn. Bi vê yekê hejmara birîndaran jî derket hezar û 459 kesan.

Nûçegîhanê me da zanîn ku balafirên Israîlê çend caran di deryayê de bombe avêtin da ku welatiyan bitirsîne. Her wiha çekdarên filistînê jî fûzayek li pargeha Eylat a Israyîlê ya li beranberî Xeza dan.

(dc)

ANHA