Li Efrînê du kes jiyana xwe ji dest dan û 10 jî hatine girtin

Li Efrînê ji ber mayîna çeteyên artêşa Tirk a dagirker du welatî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker 10 welatiyên Efrînî girtin.

Li Efrînê du kes jiyana xwe ji dest dan û 10 jî hatine girtin
8 nîsan, 2018   10:34

 ŞEHBA

Heman rêbazê ku çeteyên DAIŞ‘ê li dijî sivîlan dikirin, çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker îro li Efrînê bi kar tînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Efrînê dane, di hefteya derbasbûyî de, li gundê Qaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê mayînek dagirkeran bi welatiyê bi navê Endnan Reşo (50) û hevjîna wî Leman (40) ve teqiya, di encamê de herduyan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyek din ji navçeya Şiyê destnîşan kir artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên (M. T) û xezûrê wî (E.T) (E. E), (Y. B), (E. K),(E.E) û (X. E) girtin. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ( M.T) û (E.T) birin bajarê bajarê Rîhaniyê ya Tirkî  û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çavkaniyan dane zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê her sê rojan welatiyên din dibin Qada navçeya Şiyê û wan bi lêdan û kêran êşkene dikin.

Ji kesên hatine girtin jin û kesên zewicî hene. Çavkaniyan diyar kirin ku welatiya (Y.B) dayika 5 zarokan e.

Li gorî agahiyan  (E.K) ji ber êşkenciyê di zikê xwe de bi giranî birîndar bûn û lingê wê yê çepê şikest.

Li gundê Marata yên bajarê Efrînê çeteyan (M.M) û xuşka wî (M.M) û kurê amê wan (R.M) girtine û çarenûsa wan hîna ne diyar e.

(bb)

ANHA