Sersaxî ji malbata şehîd Wail re hate xwestin

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê û endamên saziyên bajêr sersaxî ji malbata şehîd Wail Hisên re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Wail re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Wail re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Wail re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Wail re hate xwestin
8 nîsan, 2018   11:01

HESEKÊ

Şêniyên bajêr, endamên saziya civaka sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê serdana konê sersaxiyê yê şervanê Erka Xweparastinê Wail Hisên kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîd Zehra Qido sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got,ʺEm bejna xwe li hember malbata Wail Hisên ditewînin, di kesayeta şehîd Wail de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.ʺ

Li ser navê Kongreya Star Meha Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Wali re xwest û got,ʺŞehîdên me bi xwîna xwe ya zelal xaka Rojava avdan, bi saya wan aramî û aştî pêk hatiye. Çiqas em li  ser şehîdan biaxivin, em nikarin mafê wan bidinê.ʺ

Herwiha di merasîmê de bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Silêman sersaxiyê ji malbatên şehîdan re xwes û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê de anî ziman. Ehmed Silêman banga xwedîderketina li xwîna şehîdan kir.

Merasîm bi dirûşmeyênʺşehîd namirinʺ bi dawî bû.

(ekip)

ANHA