Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Cejna Qiyama pîroz kir

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan Cejna Qiyama li xiristiyanên cîhanê pîroz kir û hêviya xêrê xwest.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Cejna Qiyama pîroz kir
8 nîsan, 2018   09:57

QAMIŞLO

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan bi riya ajansa me Cejna Qiyama li gelê Xiristiyan ên cîhanê, bi taybet ên Bakurê Sûriyê pîroz kir û got "Di dîrokê de û niha jî em di xweşî û xemgîniyê de hevpar bûn, di têkoşîn û berxwedaniyê de em jî em bi hev re bûn. Li ser vê erdîngariyê xwîna Kurd, Ereb û Suryan tev li hev bû, ji ber ku armanca me jiyaneke bi rûmet  û pêkanîna peymana pêxemberan û felsefeya Neteweya Demokratîk e."

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan got, "Bi vê wesîleyê em bejna xwe li hemberî şehîdên qehreman ditewînin û cejna hemû gelên Mezopotamiya û birayên me yên Suryan pîroz dikin."

(bb)

ANHA