ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2018
7 nîsan, 2018   04:00

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2018

*Dê pêşketina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Malbatên şehîdan ên bajarê Serêkaniyê meclîsa ku dewleta Tirk li Dîlokê di bin navê "Meclîsa Rêveberiya Efrînêʺde ava kiriye wekî meclîsa îxanetê bi nav kirin û gotin ev meclîs qet nayê qebûlkirin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

POLTÎK

*Şêxê Eşîra El-Selman Elwan El-Darî û oldar û Şêxê bi navê Mihemed El-Qadirî diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê qirêj in û li dijî exlaqên mirovahiyê ne û tekex kirin ku ew ê tu carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Rewşenbîr û nivîskarê Sûrrî Casim El-Ibêd El-Anî diyar kir ku Erdogan şêniyên Efrînê da koçberkirin, mal û milkên wan talan kir û li kantonê xwerabî û wêranî pêk anî. El-Anî her wiha destnîşan kir ku Efrînê wê tu carî teslîmkariyê qebûl neke.( BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên ku gundê Jin War ava dikin ji 30 xaniyên dê di gund de werin lêkirin, 22 bi dawî kirine. Jin dê gund ji hemû aliyan ve birê ve bibe.( BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran zarokên Efrînê neçar man ji malên xwe derketin û koçber bibin. Zarok di rewşa koçberiyê de ji dibistanan bê par mane û di reşwke zehmet de jiyan dikin. Zarokan daxwaz kirin ku careke din vegerin malên xwe û dibistanên xwe.( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Zeviyên Zeytûnan ên Efrînê di bin metirsînê de ye û ev yek wê xisarên mezin bighîne cotkarên herêmê. Di heman demê de diziya terektorên welatiyan kar û xebatên di nava zeviyan de ji cotkarên mane re jî asteng dike.( BI DÎMEN Û WÊNE)

*Li bajaroka El-Mensûra ya başûr-rojhilatê herêma Tebqayê çandiniya berhemên genim û zeviyên havînê ji ber dewleta Tirk ava çem qut kiriye, kêm bûye. Ev yek jî bandore li jiyana şêniyên herêmê dike.( BI DÎMEN Û WÊNE)

*Komîteya Xizmetguzarî ya Meclîsa Şaredariya Navendî ya Reqayê bi hemû hêza xwe kar û xebatê dide meşandin da ku xetên avê yên ji ber şer zirar dîtine temîr bike, da ku av careke din bighêje hemû bajar.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Saziya Karûbarên Olan a Tebqayê xebatên temîrkirina Mizgefta gundê El-Hemam a didomîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA