‘Efrînê wê bi saya şehîdan were birêve birin, ne ji aliyê kesên xayîn ve’

Malbatên şehîdan ên bajarê Serêkaniyê meclîsa ku dewleta Tirk li Dîlokê di bin navê "Meclîsa Rêveberiya Efrînêʺde ava kiriye wekî meclîsa îxanetê bi nav kirin û gotin ev meclîs qet nayê qebûlkirin.

‘Efrînê wê bi saya şehîdan were birêve birin, ne ji aliyê kesên xayîn ve’
7 nîsan, 2018   04:40

SOZDAR XELÎL/HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, ji bo rewakirina dagirkirina xwe û veşartina kiryarên xwe yên dijî mirovahî,  li Dîlokê meclîsek di bin navêʺRêveberiya  Efrînêʺ de ava kir. Balkêş e ku di meclîsê de hinek endamên ENKS'ê jî di nava meclîsê de hene.

Derbarê mijarê, malbatên şehîdan ên bajarê Serêkaniyê helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew ê tu carî meclîsa  xayînan qebûl nekin û ew wekî malbatên şehîdan rê nadin tu kas ji derve  gelê Efrînê yê resen rêveberiya Efrînê bike.

Zelîxa Elî: Ev kesên ku cihê xwe di nava ʺmeclîsa xayînanʺ de girtine, ji bilî talan, kuştin, koçberî, wêranî, destirêjî û hwd, neanîn Efrînê. Em wekî dayîkên şehîdan tu carî vê meclîsê qebûl nakin.

Gozê Silêman: Kesên ku rê dan Peykerê Kawayê Hesinkar birûxinin û zimanê Tirkî di dibistanan de were dayîn, ev kes ne Kurd in van kesan welat firotin û îxanet bi gelê Kurd re kirin. Em wan qebûl nakin, em ê hesab ji wan bixwazin.

Rûbar Silêman:Gelo kesên ku di komkujiyên li ser Efrînê de şirîk bûn, wê çawa Efrînê rêve bibin?. Em ê bi saya şehîdên xwe Efrînê rêve bibin. Em qebûl nakin kesên xayîn werin rêveberiya Efrînê bikin.

(kc)

ANHA