Ji bo guhertina dîmografiya Efrînê gelek rêbazan bikar tîn in

Artêşa Tirk a dagirker di riya çeteyên xwe re bi hemû rêbazan dîmbografiya kantona Efîrnê didin guhertin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li şûna malbatên kurd malbatên ereb û turkmanî bi cih dikin. Welatiyên kurd neçar dikin ku erdên xwe bifroş in çeteyan.

Ji bo guhertina dîmografiya Efrînê gelek rêbazan bikar tîn in
7 nîsan, 2018   04:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek çavkaniyên di nava kantona Efrînê de mane diyar kirin ku dewleta Tirk siyaseta guhertina demografî ya li kantona Efrînê didomî ne. ji rêbazên ku dewleta Tirk bikar tîne, welatiyên Efrînê neçar dike ku milkên xwe bifroş in malbatên ereb ên têkiliya wan bi çeteyên Tirkiyê re heye. Çete di bin navê ku kafir in gefa kuştinê û koçberkirina bi darê zorê li welatiyên mane dixw in. Malbatên ereb û turkman li herêmê bi cih dikin, di heman demê de bi sedam malbatên ku ji Xûta Rojhilat hatine derxistin li navçeya Cindirêsê bi cih dikin.

Bi dare zorê didin firotin

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi darê zorê welatiyan neçar dikin ku milkên xwe bifroş in çeteyan û xizmên wan. Yek ji sedan bûyerên ku pêk hatin a welatiyê bi navê A.A. ye ku ji bo parstina ewlekariya xwe ne xwest navê xwe û cihê lê dimîne eşkere bike.

A.A. ji ajsana me re got ku kesek ji malbatek ereb ku endamên Cebhet El-Nusra jê re gotiye ku zeviyê xwe yê zeytûnan ku derdora 3 hezar darên zeytûnan tê de ye bifroşe wî.

A.A. da zanîn ku wî qebûl ne kir û wiha dom kir: "Di roja din de kesek ji heman malbatê hat û hin çeteyên Cehbet El-Nusra pê re bû. ji min re gotin divê tu zeytûnên xwe bifroşe, min ji wan re got ez ê paşê berisva we bidim. Ji ber ku ez li ser jiyana xwe ditirs im."

Mal û milkên welatiyan destser dikin

Di heman demê de çavkaniyên din jî diyar kirin ku Artêşa Tirk di riya çeteyên xwe re malên welatiyan li gelek herêmên Efrînê bi behaniyên ku têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re heye destser dikin.

Di riya telefona em li gel welatiyê bi navê M.N'yê ku wî jî ne xwest navê xwe û cihê mayîna xwe eşkere bike re ji me re wiha got: "Jiyan li Efrînê bûye kabûsek. Çete rê nadin welatî li bajar û gundên xwe biger in. Em êdî nema çarenûsa xwe dizan in. Em nizanin çi ji me re veşartiye. Tiris di nava hemû welatiyan de ye."

M.N. her wiha destnîşan kir çeteyên Artêşa Tirk bi hin kurdên xayîn re li nava bajar û gundan digerin û malên welatiyan bi îdaya ku alîgirên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê û YPG/YPJ'ê ne, destser dikin.

Li aliyê din jî çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan di hefteya derbasbûyî de malbata welatiyê bi navê N.E ku ji 6 kesan 2 ji wan jin in revandine. Çarenûsa malbatê heta niha jî ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê Çile de êrîşî kantona Efrînê kirin. Hemû cûreyên çekan û balafiran di êrîşa xwe bi kar anîn. Di enama êrîşa hovana ku welatiyên sivîl bê ser û ber hedef dgirin de welatiyên Efrînê piştî ku binsaziya herêmê hate rxandin û bi sedan welatî hatin şehîdxistin û birîndarkirin, neçar bûn ku berê xwe bidin kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa.

(dc)

ANHA