Şaredariya Mensûra ji sedî 80'yî navçeyê paqij kiriye

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Bajaroka Mensûra ya başûrê herêma Tebqayê diyar kir ku heta niha zêdeyî 80 ji sedî ji bajarok hatiye paqijkirin û destnîşan kir ku di demek nêzîk de wê paqijkirina navçeyê bi dawî bibe.

Şaredariya Mensûra ji sedî 80'yî navçeyê paqij kiriye
Şaredariya Mensûra ji sedî 80'yî navçeyê paqij kiriye
Şaredariya Mensûra ji sedî 80'yî navçeyê paqij kiriye
Şaredariya Mensûra ji sedî 80'yî navçeyê paqij kiriye
5 nîsan, 2018   08:39

TEBQA

Şaredariya Gel a navçeya Mensûra ya Tebqayê berê 2 terektorên wê  û 26 xebatkar hebûn, lê niha û bi hevkariya bi şaredariya gel a Tebqayê û rêxistinek navdewletî re niha bendozer, 4 qelab, 10 terektor û 105 kar ker tê de hene. Her wiha 26 karkerên berê jî xebata xwe didomîn in. Rojane 8 saetan bê navber xebata xwe ji bo paqijkirina navçeyê didomîn in.

Piştî ku alavên şaredariyê hate zêdekirin, çopa ku bê ser û ber li navçeyê kom bibû tê avêtin, her wiha riya giştî, peyrê û sûka navçeyê jî têne paqijkirin. Şaredariyê çopxane bi cih kirine û ji hemû welatiyan xwestin ku qirêj û çopa xwe bavên cihê wê yên taybet, da ku ewlekariya tenduristiya welatiyan were parastin.

Endamê Rêveber ê Buroya Xizmetguzariyê yê Şaredariyê Emara El-Salih diyar kir ku di encama xebata wan de heta niha 80 ji sedî ji navçeyê hatiye paqijkirin û got ku di nava çend rojan de wê tavahî navçeyê paqij bibe.

(dc)

ANHA